21:12 26 Îlon 2017
Zindî
    Endamê Polîtburoya YNKê Sadi Ahmed Pîre

    Endamê Politburoya YNKê Pîre: Hebûna nakokiyên siyasî, wê ji feyda kurdan re be

    © Foto: Facebook/Sadi Pire
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4120

    Endamê Polîtburoya YNKê Sedî Ehmed Pîre destnîşan kir ku piştî şerê DAIŞê, pêwîste bîr û fikrên DAIŞê bên bi dawî kirin û got: "Dibe ku nexşeya siyasî ya herêmê bê guhertin, ji bo vê yekê jî girîng û pêwîste ku kurd nava mala xwe sererast bike."

    Li Zanîngeha Cîhan a Silêmaniyê îro Endamê Polîtburoya YNKê Sedî Ehmed Pîre li ser senaryoyên piştî şerê DAIŞê û peywendiyên di navbera aliyên siyasî de semînerek da.

    Endamê Polîtburoya YNKê Sedî Ehmed Pîre behsa kiryarên DAIŞê yên hovane kir û wan heta niha zilmek mezin li êzidiyan kirin û zilma wan hêj berdewam dike.

    ‘JI BER NAKOKIYÊN SIYASÎ, WÊ KURD SERKEFTÎ BIN'

    Pîre hin pêşniyarî da bo bidawîanîna fikra DAIŞê û got: ‘Divê di şerê li dijî DAIŞê de li gel navendên zanîstî û zanîngehan kar bikin. Di vî warî de cîhan alîkariya me dike. Dibe ku piştî DAIŞê nexşeya siyasî ya herêmê li ber çavan re were derbaskirin û were guhertin. Eger tiştek wiha çê bibe, ji ber hebûna nakokiyên di nava aliyên siyasî de wê kurd neserkeftî bin. Ji bo vê yekê jî girînge û pêwîste kurd nava mala xwe rêk bixin.'

    Bi heman mijarî:

    Ehmed Pîre: Tirkiye bikeve Herêma Kurdistanê, Hewlêr û Bexda wê bi hev re xwe biparêzin
    Nêçîrvan Barzanî: Em ê hefteya pêş dîsa bi YNKê re kom bibin
    Şandeya YNKê gihişt Hollandayê
    Civîna şanda PDKê û YNKê bidawî bû
    Etîketan:
    piştî têkç»na daişê, guherînên nexşeyan, Sadî Ehmed Pîre, ynk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de