09:55 21 Îlon 2017
Zindî
    Yemen-Erebistana Siûdî

    'NATOya Islamî' ji niha de têkçûyî ye'

    © AP Photo/ Hasan Jamali
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Yek ji mijarên sereke ku di rojên dawî de tên giftûgokirin-destnîşankirina Wezîrê Bergirî yê Pakistanê yê berê Rachel Sharif e jibo postê serleşkerê `NATO ya Islamî`ye. Desthilata Siûdiyê ew jibo vî postî destnîşankirye. `NATO ya islamî` hevalbendiyek leşkerî ye, ji 39 welatên Islamî pêk tê û jibo têkoşîna bi têrorîzmê re hatiye sazkirin.

    Desthilata Siûdiyê ji mêj ve kar jibo sazkirna hêza xwe ya leşkerî re dikir. Bi Riyad nexweşe ku çarenûsa Rojhilata Navîn di destê Washington, London û Moskowê de be. Her weha, sarbûna têkiliyên bi Amerîkayê re û karên jibo rûberkirna serok Obama bi Îranê re, bêaramî dirustkirin. Padîşah Selman meha Çiliya Pêşîn sala 2015an derbarê sazkirna `Hevpeymana Islamî jibo tekoşîna bi têrorîzmê re` ragihand. Baregha vê hevpeymanê li Riyadê ye. Erkê sereke ya vê rêxistinê jî ew e ku li xaka Sûriyê, Îraqê, Yemenê û Lîbyayê têkoşîna bi têrorîzmê re bike. Hevpeymana han ji 39 welatan pêktê. Ji bilî Îran, Iraq û Sûriyê, hemû welatên Islamî jibo vê hevpeymanê hatibûn vexwendin û ev yek jî dihêle ku ew yekcar hevpeymanek sunî be.

    'JI BO PAKISTAN DIJMINÎ YEMENÊ BIKE'

    Pisporê îranî yê serbixwe yê di ware siyaseta nêvdewletî û herêmî de Farzad Ramazani-Boneş derbarê pêşeroja vê hevpaymanê de wisa axivî:

    "Di salên dawîn de leşkerê Erebistana Siûdiyê li ser hesabê berkêşkirna leşkerên pakistanî di refên xwe de, bi şêwekî aktîv kar dike jibo Pakistan dijminî Yemenê bike. Lê Pakistan di pêkhata 'Hevpeymana Leşkerî ya Islamî' de helwestek baş sar kirtiye.

    'HEVPEYMANA BI SEROKATIYA EREBISTANA SIÛDIYÊ YA SUNÎ YE'

    Erebistana Siûdiyê ji mêj ve dixebite jibo generalekî wisa ezmûndar wek Rachel Sharif berkêşî karê di vê hevpeymanê de bike. Lê hêjaye ku bê gotin, hevpeymana bi serokatiya Erebistana Siûdiyê jibo gelek leşkerên Pakistanê bêtir wek hevpeymana sunî dijî şîe ye. Çimkî Iran ne di vê hevpeymanê de ye. Jiber vê yekê jî Rachel Sharif di dema giftûgoyan de, bi taybetî daxwaz kir ku jibo bi navberiya Pakistanê Iran jî ji vê hevpeymanê re bê vexwendin.

    'HEVPEYMAN NIKARE SERKEFTÎ BE'

    Xalek din ya giring ya ku divê hayê mirov jê hebe ew e ku ev hevpeymanê wê nikaribe tu serkeftinan bidestxîne. Endamên vê hevpeymanê ji aliyê darayî ve bi Erebistana Siûdiyê ve girêdayî ne. Loma jî ew nikarin rolek serbixwe di vê rêxistinê de bilîzin. Ji bilî wê, berjewendiyên endamên vê hevpeymanê pir ji hev cudane û lihevkirna derbarê ka kî dijimine û kî ne dijmine di nav wan de tune. Tunebûna lîstikvanên giring ên herêmê mîna Îranê di vê hevpeymanê de jî dide xuyakirin ku ev hêza leşkerî yekcar nabe ku wek Islamî bê binavkirin. Loma jî tunebûna Îranê di vê hevpeymanê de wê bike ku ew nikaribe bi şêwekî serkeftî armancên xwe bicîbîne.

    Ji bilî wê, rêxistina han nikare tekoşînê bi têrorîzmê re bike, jiber ku Erebistana Siûdiyê di rêya vê hevpeymanê re dixwaze ne tekoşînê bi têrorîzmê re bike, lê berjewendiyên xwe yên taybet cîbecîbike. Loma jî ev hevpeyman wê nikaribe pirsgirêkên herêmî çareserbike."

    Bi heman mijarî:

    Erebistana Siûdî: Me terorîstên DAIŞê ku amadekariya êrişê dikirin desteser kir
    Wikileaks: Clinton qebûl dike ku Qeter û Erebistana Siûdî piştgiriya DAIŞê dikin
    Artêşa Yemenê: Em ê tola kuştinê ji Erebistana Siûdiyê hilînin
    Esad: Gelo çima Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qeterê ev tawan kirin
    Îran: Em ê Erebistana Siûdî ji ser rûyê erdê rakin
    Etîketan:
    sune, şîe, NATOya Islamî, Rachel Sharif, Padîşah Selman, Libya, Iraq, Washington, Moskow, London, Sûriye, Pakistan, Îran, Yemen, Erebistana Siûdiyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de