01:19 26 Îlon 2017
Zindî
    Şahram Nazerî

    Hunermendê kurd Şahram Nazerî xelata 'çand û hunerê' wergirt

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6660

    Li Îranê Rêveberiya Çand û Îrşadê ya Parêzgara Kirmanşanê hunermendê kurd ê bi nav û den Şahram Nazerî xelat kir.

    Hunermendê kurd ê bi nav û deng Şahram Nazerî ji aliyê Rêveberiya Çand û Îrşadê ya Parêzgara Kirmaşanê ya Îranê ve hat xelatkirin.

    Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehrê ya Îranê rêveberê Rêveberiya Çand û Îrşadê ya Parêzgara Kirmaşanê Îbrahîm Rehîmî Zengene hunermendê kurd Şahram Nazerî wek ‘Şovalyeyê mûzîka Îranê' bin av kir û got, "Ev cara yekemîn e nîşaneya çand û huner a Kirmaşanê ji bo şovalyeye muzîka Îranê Şahram Nazerî tê pêşkeşkirin û ev cihê şanaziyê ye."

    Rehîmî Zengene dest nîşan kir ku Şahram Nazerî kesekî ku di asta navneteweyî de xizmeta muzîkê kiriye û ew parastiye û ji bo mûzîka çandî jî xizmeteke mezin kiriye. Rehîmî derbirî ku Nazerî xelatên gelekî mezin ê cîhanê heq dike, xelata me ji bo xizmeta wî ya muzîkê tenê nîşaneya rêzgirtinê ye û got ev cara yekemîn e ew xelata ‘çand û hunerê' didin.

    Hêjayê gotinê ye ev xelata di çarçoveya Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Etnîkî de ji bo Şahram Nazerî hat pêşkeşkirin.

    Bi heman mijarî:

    Peykerê ku hunermendê kurd çêkiribû, ji ber bertekan hate rakirin
    Dayika hunermendê kurd Mihemed Şêxo çû ser dilovaniya xwe
    Hunermendê navdar xelata Tirkiyê qebûl nekir
    Hunermendê rûs: Tirkiye ne dijmina me ye
    Hunermendê kurd Aram Serhat hat girtin
    Hunermendê kurd Ergîn Xelîkan hate binçavkirin
    Etîketan:
    hunermendê kurd, Rêveberiya Çand û Îrşadê ya Kirmaşanê, Şahram Nazerî, Îran, Kirmaşan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de