17:26 26 Îlon 2017
Zindî
    Sûriye

    Îran wê ji bo nûkirina Sûriyê alîkariyê bike

    © AFP 2017/ Vasily Maximov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3101

    Ajansa îranî IRNA ragihand ku di dema serdana serokwezîrê Sûriyê Imad Hamîs ji Tehranê re 5 rêkeftinên derbarê hevkariya di ware aborî de hatin îmzekirin.

    Li gorî rêkeftinên ku hatine imzekirin, herdû welat wê li ser kaniyên fosfatê li herêma Sûriyê Al-Şarqiya kar bikin, her weha Îran wê bikaribe 5 hezar hektar erdê Sûriyê jibo çandiniyê û xwedîkirna ajelan û 5 hezar hektar erd jibo sazkirna termînalê petrolê bikarbîne. Yek ji rêkeftinan derbarê hevkariya herdû welatan di ware komûnîkasyonê de ye. Îran wê destûrê wergire jibo komûnîkasyona xwe ya mobîl li Sûriyê bixebitîne.

    'ÎRAN HERTIM AMADEYE…'

    Wek şêwirmendê wezîrê karê derve yê Îranê Hossein Shêxuleslam di hevpeyvîna bi peyamnêra Sputnik Persian Marîna Al-Ş`lan re ragihand, Îran hertim amadeye ku di demek kurt de piştgirtiya Sûriyê bike û aboriya wê ji nû ve avabike:

    "Bêgûman, pêwîstiya Sûriyê bi tezekirna aboriya welêt heye. Piştî hemû karên ku têrorîstan li Sûriyê kirine, ji me tevan tê xwestin ku em alîkariya vî welatî bikin jibo ew bikaribe aboriya xwe ji nû ve avabike. Jiber ku pêwendiyên Îranê ji mêj ve bi Sûriyê re hene, ev yek destûrê dide me ku em bi şêwekî aktîv beşdariyê di avakirn û tezekirna vî welatî de bikin. Loma di dema serdana serokwezîrê Sûriyê Imad Hemîs de birastî rêkeftinên giring ên derbarê hevkariya di navbera herdû welatan de hatin imzekirin. Tê pêşbînkirin ku piştî rêjîma agirbestê, alîkariya me ya aborî ya pêşîn ji Sûriyê re wê cîbecîkirna van rêkeftinan be. Em bihêvîne ku welatên din jî bikaribin beşdariyê di vî karê giring de bikin."

    RÊKEFTIN HATE ÎMZEKERIN

    Serokwezîrê Sûriyê li Tehranê her weha ragihandibû ku ji bilî 5 rêkeftinan, rêkeftina derbarê vebêrdêriyên îranî yên jibo pêşvexistina yek ji derbendên Sûriyê jî hatiye imzekirin.

    Li gorî nerîna pisporê îranî yê di warê pirsgirêkên Rojhilata Navîn de doktor Mohamed Alî Mohtadî, rêkeftinên hatine imzekirin derbarê gelek beşên hevkariya di navbera herdû welatan de ne:

    "Wek em dizanin, li Sûriyê êdî ji beriya 6 salan ve şere û tekoşîna bi têrorîzmê re tê kirin. Armanca têrorîstên ji 82 welatan ew bû ku hikumeta li Sûriyê bixînin. Helbet vî şerê bandorek mezin li beşê leşkerî, civakî û mirovayî yên vî welatî kirye. Inîsyatêrên vî şerî jî Emerîka, Israil û çend welatên erebî ne.

    'ABORIYA WELÊT HATIYE HILWEŞANDIN'

    Bêgûman aboriya welêt di vî şerî de hatiye hilweşandin. Perê Sûriyê bi şêwekî pir mezin bê qîmet bûye. Jiber vê yekê erke giring niha ew e ku aboriya Sûriyê bê tezekirin.

    Rêkeftinên ku hatine imzekirin gerek di demek nêzîk de alîkariya aborya Sûriyê bikin. Bêgûman Îran jî baş ji van rêkeftinan qezenc dike.

    Xalek giring heye ku divê mirov bêje: Di rewşa îro ya Sûriyê de warên leşkerî, kultûrî, mirovayî û aborî nabe jihev bên cudakirin. Ew tevdê bihev girêdayî ne. Bi taybetî bi saya alîkariya Îranê, her weha Rûsya û welatên dostên Sûriyê yên din, ev welatê wê di vî şerê de xwe li ser lingê xwe bigre.

    Bêgûman, serdana serokwezîrê Sûriyê ji Tehranê re bêtir jibo armancên aborî bû."

    Bi heman mijarî:

    Îran naxwaze DYA beşdarî hevdîtinên Astanayê bibe
    'Îran ji nêzîkbûna Tirkiye û Rûsyayê aciz e'
    Rûsya, Tirkiye û Îran li Moskowê civiyan
    Îran: Îdiayên dibêjin Sûriye wê bibe 3 perçe, derew in
    Kalin: Tirkiye, Rûsya û Îran dibin garantorên Sûriyê
    Etîketan:
    terorîst, aborî, agirbest, Imad Hemîs, Mohamed Alî Mohtadî, Marîna Al-Ş`lan, Hossein Shêxuleslam, Tehran, Şam, Sûriye, Rojhilata Navîn, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de