03:07 23 Îlon 2017
Zindî
    Hrant Dink

    Li Stenbolê merasîma bîranîna Hrant Dînk bi rê ve çû

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Qada ku wê lê merasîma bîranînê bê lidarxistin ji trafîkê re hate girtin û bergiriyên xurt yên ewlehiyê hatin standin.

    Li ser kuştina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink re 10 sal derbas bûn, lê hê jî pêvajoya hiqûqî ya doza Dink berdewam e. Derheqê 26 wezîfedarê gelemperî de doz hat vekirin û lêpirsîna wezîfedarên cendirme jî didome.

    Îro boneya salvegera kuştina wî bi hezaran hezkiriyên wî li ber avahiya Rojnameya Agosê hatin ba hev û bi çalakiyekê berteka xwe nîşan dan. Gelên li qadên daxwaz kirin ku berpirsiyarên bûyerê bên dîtin û bên sizakirin.

    POLÊSAN BERGIRIYÊN XURT STANDIN

    Polêsan li ber avahiya Agosê ya ku wê merasîm lê bê lidarxistin de bergiriyên xurt yên ewlehiyê girtin. Kolana ku avahiya rojnamayê lê heye  ji aliyê polêsan ve bi bendavên ewlehiyê hatin girtin.

    Hemû kesên ku xwestin beşdarî merasîmê bibin ji aliyê polêsan ve yek bi yek hatin kontrolkirin. Herwiha polêsan bi kuçikên perwerdekirî li derdora qada ku wê bîranîn bê lidarxistin de lêgerîn kirin. Gelek TOMA jî li cihê bûyerê cih girtin.

    Bi heman mijarî:

    'Xelata Hrant Dînk a Navneteweyî' ji bo xwediyên wê hat dayîn
    Dîmenên nû yên Ogun Samast ê kujerê Hrant Dînk derketin holê
    Di doza Hrant Dink de Mîralay Ali Oz jî di nav de 4 kes hatin girtin
    Di kuştina Hrant Dink de 7 kes bi daxwaza girtinê li dadgehê ne
    Ji ber kuştina Hrant Dînk 3 kesên din hatin desteser kirin
    Etîketan:
    daxwaza dadê, rojnameya agos, bertek, hrant dînk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de