21:55 25 Îlon 2017
Zindî
    HSD

    HSD: Em ê biryarên civînên Astanayê qebûl nekin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)
    0 17610

    Berdevkê HSDê serheng Telal Selo ragihand ku ew nehatine vexwendin bo civînên Astanayê û diyar kir ku bidûrxistina wan ji civînên Astanayê, biryara Tirkiyeyê li gel ku xurttirîn hêza Sûriyeyê ne.

    Selo ji Spûtnîkê re ragihand ku "Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê civînan û biryarên jê derdikevin qebûl neke û ti pabendiya wan jî li himberî encaman tine" û teqez kir ku baş dizanin, aliyê tirkî ew ji civînan bi dûr xistin, ne Rûsyayê û wiha dewam kir: Em baş dizanin ku aliyê rûsî dixwest em beşdar bibin".

    Hêjayî gotinê ye ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kiribû ku bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re ku aliyên şerê Sûriyeyê li Astanayê bicivin ta ku qeyrana Sûriyeyê çareser bikin.

    "HSD 30% JI XAKA SÛRIYEYÊ KONTROL DIKE, LEWRA…"

    Herwiha Selo diyar kir ku "herî zêde, mafê HSDê heye ku beşdarî civînên Astanayê bibe, ji ber 30% ji erda Sûriyeyê kontrol dike û berovajî yên beşdar, HSDê xwedan hêzeke siyasî ye û bingeheke wê di nav gel de heye lê ti hêzeke siyasî û bingeheke gelî ya beşdaran tine."

    Ji aliyê din ve, serhengê HSDê diyar kir ku ew nehatine vexwendin bo civînên Cenevreyê yên NYê wan bi rê ve dibe û tê plankirin ku 8ê Sibata bê bên lidarxistin.

    "TÊKILIYA HSD Û DYAYÊ, STRATEJÎK E JI BO ŞERÊ LI DIJÎ TERORÊ"

    Selo derbarê têkiliyên bi DYAyê re jî wiha got: "Em hêvî dikin ku birêveberiya DYAyê ya nû bi serokatiya Donald Trump piştgiriya xwe ji HSDê re zêde bike. Têkilî û hevpariya navbera HSD û DYA û Hevpeymanê, stratejîk e ji bo şerê li dijî terorê".

    Berdevkê HSDê bal kişand ser terorê û wiha got: Heta teror hebe, baştir e ji raya giştî ya cîhanî re, DYA jî di nav de ku piştgiriyê bide me, ji ber me gelek serkeftin li dijî DAIŞê bi dest xistin."

    "HÎN BIRÊVEBERIYA TRUMP BI ME RE PÊWENDÎ DANANIYE"

    Selo eşkere kir ku hîn birêveberiya Trump ti pêwendî bi wan re dananiye û wiha got: Lê dîsa ji me dît ku birêveberiya DYA dixwaze li ser piştgiriya me berdewam be û wek berê piştgiriya me bike".

    "OBAMA SOZ DABÛ ME, KU EM Ê DI HEMÛ CIVÎNÊN SÛRIYEYÊ DE HEBIN"

    Berdevkê HSDê diyar kir ku Serokê DYAyê Barack Obama yê çend roj mane ku dema serokatiya wî bi dawî bibe, soz dabûn wan û wiha got: "Birêveberiya Obama berî niha soza dabû me ku hêzên me û Meclisa Sûriyeya Demokratîk dê beşdarî hemû civînên derbarê siberoja Sûriyeyê de bibin".

     

     

    Mijar:
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)

    Bi heman mijarî:

    Esad: Mijara sereke ya civînên Astanayê eşkere kir
    Lavrov: DYA bo civînên Astanayê hate vexwendin
    'Dibe ku tîma Trump beşdarî Astanayê bibe'
    Lavrov: Hemû aliyên çekdar ên ne girêdayî DAIŞ û El-Nusrayê dikarin beşdarî Astanayê bibin
    Caferi: "Ez ê serokatiya heyeta Sûriyeyê ya Astanayê bikim"
    NY: Me vexwendina beşdarbûna Astanayê wergirt
    Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê: YPG wê beşdarî Astanayê nebe
    3 serkirdeyên ENKSê wê beşdarî Astanayê bibin
    Etîketan:
    HSD, donald trump, Barack Obama, Vladîmîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan, Astana, Sûriye, Tirkiye, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de