17:40 23 Îlon 2017
Zindî
    Rojava

    'Nûnerê PDKê li Qahîreyê gotiye: Em ê piştgiriyê bidin sîstema federal a demokratîk'

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8641

    Rêveberiya Sîstema Federaliya Demokratîka Bakurê Sûriyê li paytexta Misrê Qahîreyê civînek derbarê sîstema federaliyê de lidar xist. Di civînê de nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Qahîreyê Şêrgo Hebîb jî weke axavtan beşdar bû. Hat îdiakirin ku Hebîb gotiye ew ê piştgiriya sîstema federal a demokratîk bikin.

    Li gorî nûçeya ANHAyê, civîn li paytexta Misrê Qahîreyê li Navenda Medya El Arabiyayê roja sêşemê pêk hatiye. Endama Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê Elizabeht Gewriyê, nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) yê Qahîreyê Mele Yasin, nûnerê PDKê yê Qahîreyê Şêrgo Hebîb, serokê Navenda Lêkolîna kurd li Misrê Recaî Feyad û rojnamevan Muhammed Aslan Ali weke axavtan beşdarî civînê bûne.

    Herwiha serokê navenda Medya El Arabiyayê û herwiha serokê navenda Lêkolînên kurdî li Qahîreyê El Seyid Abdufettah jî weke guhdar di civînê de amade bûye.

    Axavtanan di civînê de behsa kêşeyên li Sûriyê kirine û diyar kirine ku federali wê karibe bibe çareseriya pirsgirêkan.

    'PKK, PYD Û YPG HÊZÊN KURD IN'

    Li gorî heman nûçeyê nûnerê PDKê yê Qahîreyê Şêrgo Hebîb jî di civînê de gotiye ku ew ê piştgiriyê bidin sîstema federal a demokratîk. Hebîb li ser pirseke têkildarî PKK, PYD û YPGê de wiha axiviye: "PKK, PYD partiyên kurd in, ku ji bo kurdan têdikoşin û di vê oxirê de berdêlên giran dane. Tevgerên ji bo gelên Kurdistanê têdikoşin. YPGê bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê û çeteyên din ên li Sûriyeyê xwe li cîhanê daye ispat kirin. Bi berdêlan nîşan daye ku hêza parastinê ya gelên Rojava ye. Ev nirxên Kurdan e. PKK û PYDê ne terorîst in. Em wan weke partî û tevgerên ku ji kurdan re nirxan dafirînin, dibînin. Em YPGê jî weke hêzeke leşkerî ya pîroz dibînin. Dibe ku nêrînên me ji hev cuda bin. Lê belê armanceke bingehîn a me hemûyan heye."

     

    Etîketan:
    Medya El Arabiyê, Navenda Lêkolînên kurdî li Qahîreyê, Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê, KNK, PKK, YPG, PYD, DAIŞ, PDK, El Seyid Abdulfettah, Muhammed Aslan Ali, Recaî Feyad, Şêrgo Hebîb, Mele Yasîn, Elizabeth Gewriyê, Qahîre, Sûriye, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de