09:57 21 Îlon 2017
Zindî
    Dadgeh

    Li Rihayê 18 kes ji ber parvekirinên medyaya civakî hatin girtin

    © Flickr/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Li bajarê Riha yê kurdan 18 kes bi hinceta ku li ser medyaya civakî bi parvekirinên xwe propagandaya PKKê kirine, hatin girtin.

    Hefteya borî hêzên ewlehiya Tirkiyeyê li bajarê Rihayê û navçeyên wê bi hinceta ku li ser medyaya civakî propagandayê PKKê kirine, bi ser malan de girtibûn û di encamê 19 kes hatibûn desteserkirin.

    Ew 19 kesên hatibûn desteserkirin piştî 8 rojan di daxwaza girtinê sewqê dadgehê hatin kirin û dadgehê ji bo 18 kesên ji wan 19 kesan biryara girtinê da û ji wan yek bi şertê kontrol edlî serdest berda.

    Hêjayê gotinê ye ku polîsên ewlehiya Tirkiyeyê di nava hefteya borî de li Rihayê û navçeyên wê bi tevahî 50 kes ji ber parvekirinên medyaya civakî desteser kir.

    Bi heman mijarî:

    Li Rihayê hevşaredar jî di nav de 29 kes hatin girtin
    Li Rihayê 13 endamên HDP û DBPê hatin girtin
    Li Rihayê operasyon: Di malekê de 4 kes hatin kuştin
    Li Rihayê li hemberî wesayita polîsan êrişa çekdarî
    Hevseroka HDPê ya Rihayê hate desteserkirin
    Etîketan:
    hatin girtin, polîsên ewlehiya Tirkiyeyê, Riha
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de