22:25 24 Îlon 2017
Zindî
    Beşar Esad

    Esad: Mijara sereke ya civînên Astanayê eşkere kir

    © REUTERS/ SANA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)
    0 101 0 0

    Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad diyar kir ku mijara sereke ya civînên Astanayê, agirbesteke wiha ye ku gihandina alîkariyên mirovî misoger bike.

    Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad bi televizyona japonî TBSyê re axivî ku dihesibe yekem car ji dema qeyrana Sûriyeyê ve, Esad ji ragihandina Japonayê re diaxive.

    Esad derbarê civînên Astanayê de wiha got: Hêviya me ew e ku civînên Astanayê bibe platformek ji hemû sûriyan re ta ku bikarin derbarê her tiştî de biaxivin."

    Herwiha serokê sûrî teqez kir armanca sereke ya civînan, pêkanîna agirbestê ye ji bo ku sivîl bên parastin û alîkariyên mirovî bigihînin hemû deverên Sûriyeyê û wiha dewam kir: "Hîn ne diyar e bê diyalogeke siyasî di van civînan de pêk were yan na, ji ber hîn ne diyar e bê kî dê beşdar bibe."

    Ji aliyê din ve, Esad li ser şêwaza civînên Astanayê jî axivî û wiha got: "Heta niha em wiha bawer dikin ku ev civîn dê gotûbêjeke di navbera hikûmetê û komên çekdar de be, ji bo agirbest pêk were û rê li ber wan koman vebe ta ku tev li lihevhatina sûrî bibin. Anku dest ji çekan berdin û efûya dewletê wergirin. Niha ev tişt tenê tê payîn".

    Esad derbarê birveberiya nû ya DYAyê de jî wiha got: "Em hevî dikin ku birêveberiya nû ya DYAyê di meseleya damezirandina hevpeymaneke rasteqîn ji bo têkoşîna li dijî terorê de rast û jidil be. Helbet Sûriye dê têkeve nav vî tiştî de".

    Mijar:
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)

    Bi heman mijarî:

    Esad: Başbûna têkiliyên Rûsya û DYAyê, dê alîkariya çareseriya qeyrana Sûriyeyê bikin
    Esad: Ez amade me li Astanayê her mijarê gotûbêj bikim
    ‘Esad hevdîtinên Astanayê gelek erenî pêşwazî dike'
    Şandeke Parlamentoya Îranê bi Serokdewletê Sûriyeyê Esad re civiya
    Di nav pêşdetirên Tirkiyeyê de pêşeroja Esad tine ne
    Almanya derbarê desthilatdariya Esad de daxuyanî da
    Etîketan:
    civînên Astanayê, Beşar Esad, Japnya, Astana, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de