15:49 20 Îlon 2017
Zindî
    kurd-zarok-rojava-

    Ilham Ehmed: Bêyî beşdarbûna kurdan, civînên Astanayê dê têk biçin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)
    0 30910

    PYDya ku Tirkiye wê wek rêxistineke terorê dihesibîne, dê beşdarî civînên Astanayê yên bi pêşengiya Rûsya û Tirkiyeyê tên lidarxistin nebe. Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmed teqez kir ku kêşeya Sûriyeyê beyî kurdan nayê çareserkirin û diyar kir ku pêvajoya Astanayê dê bi ser nekeve.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, nav û heyetên dê beşdarî civînên Astanayê yên tên plankirin ku di 23ê vê mehê de bên lidarxistin diyar dibin. Heyeta birêveberiya Şamê ji 10 kesan pêk tê û nûnerê wê yê daimî li NYyê Beşar El-Caferî dê serokatiya wê bike. Dîplomat, siyasetmedar û rayedarên yekîneyên leşkerî û siyasî jî dê di nav heyetê de bin.

    Ji aliyê din ve, heyeta dijberan ji 8 nûnerên komên cîhadîst, 10 siyasetmedar, şêwirmendên hiqûqî û teknîkî pêk tê. Yek ji pêşengê Ceyş El-Islamê Muhemed Elûş dê serokatiya heyetê bike. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyeyê (HNHŞRS) jî dê tev li civînan bibe.

    "SÊ KESEYETÊN KURD JI ENKSÊ BEŞDAR DIBIN"

    Herwiha ji aliyê ENKSê jî Serokê ENKSê Brahîm Biro, Alîkarê Serokê ENKSê Ebdulhekîm Beşar û Derwîş Mîrkan dê wek şêwirmend dê beşdar bibin.

    Partiya PYDê ya ku bakurê Sûriyeyê xurt e û Tirkiyeyê wê wek rêxistineke terorê dihesibîne nehatiye vexwendin bo civînên Astanayê. PYD ji ber fişarên zêd yên Tikriye û dijberiya Sûriyeyê nehatin vexwendin.

    Hêjayî gotinê ye ku giringiyeke din a van civînan heye, komên çekdar rasterast hatine vexwendin ku di yên berê de ne beşdar bûn. Herwiha beşdarbûna Îranê vê carê û nebûna DYAyê jî xaleke balkêş e.

    Dijber di van civînan de dê agirbesteke li seranserê Sûriyeyê, derxistina birîndaran ji hinek deveran û gihandina alîkariyan bixwazin, hikûmeta Sûriyeyê jî dê çareseriyeke mayinde ji bo kêşeya Sûriyeyê bixwazin.

    Heta niha civîn û gotûbêjên Sûriyeyê bi serperiştiya NYyê li Cenevreyê û welatên Ewropayê dihatin birêveberin lê vê carê li Astanayê tên lidarxistin ku wek encamekê ji kêmbûna bandoreke DYAyê li Sûriyeyê û zêdebûna ya Rûsyayê tê nirxandin.

    Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmed civînên Astanayê ji Spûtnîkê re nirxandin.

    Ehmedê diyar kir ku ew nehatine vexwendin bo civînên Astanayê û wiha pê de çû: "PYD û TEV-DEM bi ti awayî nehatin vexwendin. Em wiha bawer dikin ku Rûsya dê careke din şaşiyeke wiha neke. Jixwe em bawer nakin jî ku çareseriyeke ji van civînan derkeve. Çeteyên çekdar ên li Enqereyê civiyabûn nikarîbû li hev bikin. Gelek rêxistinan diyar kir ku bombebarankirin berdewam dike û ji ber wê sedemê biryar da ku tev li civînan nebin".

    "ARMNAC ÇARESERKIRINA KÊŞEYA SÛRIYEYÊ BIBE, DIVÊ KURD BEŞDAR BIBIN"

    Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk diyar kir Tirkiye naxwaze kurd tev li civînên Astanayê bibin û wiha dewam kir: "Tirkiye bazarê li ser vê bingehê dimeşîne. Li gorî nêrîna me, civên ku bê hêza siyasî bên lidarxistin, vala ne. Heke ev di vê nêrînê de bin, divê biisrar bin. Wê israr bikin li ser Tirkiyeyê, li ser Îranê û li ser her aliyekî ku naxwazin kurd beşdar bibin wê ferz bikin. Yan jî wê hewl bidin ku wan îqna bikin ji bo ku kurd tê de hebin. Yan PYDê tê de hebe. Lê heta niha meleseyên bazaran tê de hene. Ew bixwe jî dizanin ku ev ne civîna dawiyê ye. Her aliyek dixwaze rewşa heyî di xizmeta xwe de bi kar bîne. Li ser vî esasî nêzîkbûnên wiha derdikevin. Rûsya bixwaze û nexwaze jî, eger armanca wê kêşeya Sûriyeyê çareser bike, divê kurd beşdar bibin."

    Herwiha Ehmedê teqez kir ku Tirkiye piştgiriyê dide komên cîhadîst û ew bi kûrkirina şerê li Sûriyeyê tawanbar kir.

     

    Mijar:
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)

    Bi heman mijarî:

    Ilham Ehmed bi rayedarên hikûmeta DYAyê re civiya
    İlham Ehmed: Tirkiye li Şehbayê demografiyê diguherîne
    Ilham Ehmed: Tirkiye li dijî kurdan nêzîkî Sûriyeyê dibe
    'Dibe ku tîma Trump beşdarî Astanayê bibe'
    Salih Muslim: Civîna Astanayê yek ji lîstika hêzên navnetewî ye
    TEV-DEM derbarê civîna Astanayê de daxuyanî da
    Lavrov: Hemû aliyên çekdar ên ne girêdayî DAIŞ û El-Nusrayê dikarin beşdarî Astanayê bibin
    Nûnerê Hikûmeta Kurdistan: Bila kurdên Sûriye û Iraqê jî tev li civînên Astanayê bibin
    Etîketan:
    Ceyş El-Islamê, TEV-DEM, PYD, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyeyê, Muhemed Elûş, Ilham Ehmed, Beşar El-Caferî, Rojava, Tirkiye, Îran, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de