23:13 20 Îlon 2017
Zindî
    Li Tehranê avahiyek şewitî

    Li Îranê li avahiyêk 17 qatî de agir derket: 30 kesan jiyana xwe ji dest da

    © Foto: FACEBOOK/عمر الاحوازي
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Li gorî agahiyên televizyona dewletê ya Îranê, avahiya bi navê Plasko ku di nava avahiyên herî bilind yê Îranê de ye agir derket û di encamê de avahî hilweşiya. Herwiha ji ber agir 30 tîmên agirkujê jiyana xwe ji dest dan.

    Avahiya Plasko ya li çerxerêya Stenbolê ya ku tê de atolyeyên plastîk û tekstîlê hebûn de agir derket û di encama êgir de hilweşiya. Li gorî agahiyên Press Tvyê ji ber agir heta niha 30 tîmên agirkujê jiyana xwe ji dest dane. Herwiha hate gotin ku herî kêm 50 kes di binê avahiyê de asê mane. Polêsan kolanên derdora avahiya hilweşiyayî girtin û niha gel ji herêmê dûr dixin.

    ​Tê gotin ku Plasko, ya ji ber agir hilweşiya di nava avahiyên herî bilin yên Tehranê de bû.


    Di wêneyên ku li ser medyaya civakî hatin belavkirin de, tê dîtin ku agirekî mezin derketiye û duxana wê li ser bajêr belav bûye. Ji aliyê din ve balyozxaneyên Tirkiye û Brîtanyayê yên nêzî avahiyê ji ber sedemên ewlehiyê hatin valakirin.

    ​Plasko, bi bilindbûna xwe, li Tehranê xwedî wateyek girîng bû. Avahî di salên 1960an de ji aliyê karsazê cihû yê îranî Hebîb Elghanîan ve hatiye çekirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Îranê girtiyeke siyasî ya kurd ev 12 roj in di girêva birçîbûnê de ye
    Îranê NHBya ku ket herêma qedexe kirî xist
    Rejima Îranê kurd jî di nav de 20 kes îdam kirin
    Girtiyê kurd ê li Îranê piştî 38 rojan dawî li girêva birçîbûnê anî
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva fermandarê Îranê da
    Şêwirmendê Qasim Silêmanî dibe Balyozê Îranê yê li Bexdayê
    Etîketan:
    avahiya bilind, hilweşandin, agir, tehran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de