04:19 21 Îlon 2017
Zindî
    Şêrwan - hezaz - kana madenê

    Li Şêrwanê karkerên kana madenê dest bi çalakiya rawestandin a kar kir

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1101

    Li navçeya Şêrwan a Sêrt ji ber ku duh 142 karkerên kana madenê ji kar hatibûn derxistin, karkerên din îro xebat rawestandin.

    Li navçeya Şêrwan a Sêrt karkerên ku di kana maden a Koma Cinerê de dixebitin ji ber derxistina karkeran ji kar dest bi çalakiya rûniştin a bêdem kir.

    Pêşiyê ji 4 fîrmayên taşeron 200 karker hat derxistin û paşê jî duh hatibû diyarkirin ku 142 karker wê werin derxistin. Li ser vê yekê karkeran îro dest bi çalakiya rawestandina kar kirin.

    Hat ragihandin ku Sendîkaya Maden-Îşê jî piştgiriyê dide çalakiya karkeran. Serokê Şaxa Maden-Îşê Cevher Anik daxuyand ku ew ê heta ku karker neyên îadekirin çalakiya wê berdewam bike û got heta niha 9 karker ji Çînê hatine anîn û tê gotin ku wê bi tevahî 200 karkerên werin anîn.

    ​Hat gotin ku heta niha ji rayedarên fîrmayan tu agahî nehatine girtin û çalakiya karkeran berdewan dike.

    Bi heman mijarî:

    Li Şêrwanê 142 karker ji kar hatin derxistin
    Yildirim: Li şûna 450 karkerên Şêrwanê 450 karkerên Çînê anîn
    Parlamenterê HDPê çûn serdana malbatên karkerên Şêrwanê
    Li Şêrwanê meytekî din hate derxistin
    Ji hezaza kaneya Şêrwanê cesedê karkerekî din hat derxistin
    Etîketan:
    rawestandina kar, kana madenê, karker, çalakî, Maden-Îş, Cevher Anik, Şêrwan, Sêrt
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de