20:37 24 Îlon 2017
Zindî
    Polîsan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dorpêç kirin

    'Qeyûm li şûna karkeran, hevserên polîs û leşkeran bi cî dike'

    © Sputnik/ O. Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 94 0 0

    Qeyûmên ku li şaredariyên Amedê hatine tayîn kirin, heta neha herî kêm 300 xebatkarên şaredarîyan ji kar dûrxistin. Serokê Sendikaya Guvenlik-Senê ya girêdayî DİSKê Sezgin Birol ragihand ku ew û 67 hevalê xwe yên xebatkarên ewlehiyê bê hincet ji kar hatine durxistin. Birol îdia kir ku li şûna wan, hevserên polîs û leşkeran têne bi cîhkirin.

    Li bajarên kurdan qeyûmên ku tayinî şaredariyên (Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin kirin, ji ber pêkanînên xwe dibin sedema nîqaşan. Rakirina lewheyên bi kurdî, peykerê li ber deriyê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, peykerê komkujîya Roboskiyê û kampa êzidîyan hinek ji wan in. Mijara di jî, ji kar durxistina xebatkarên şaredariyêne. Heta niha li navend û navçeyan nêzi 300 karker ji kar hatine durxistin. Gelek karker jî bê hincet cih û beşa wan tê guhertin. Tê gotin ku ji durxistina kar dê berdewam bike. Serokê Sendikaya Guvenlik-Senê a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK) Sezgin Birol ev mijar ji Sputnik Kurdistan re nirxand.

    'EMNÎYET DIXWAZE Û ŞAREDARÎ JÎ JI KAR DÛR DIXIN'

    Sezgin Birol jî weke xebatkarê ewlehiyê li Midûriyeta Giştî ya Karên Avê û yên Bînesazî (DİSKİ) ya girêdayî Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê dixebitî û ew jî ji hêla qeyûm ve ji kar hat durxistin. Birol diyarkir ku heta niha bi tevahî 67 xebatkarên ewleyiyê bê hincet ji kar hatine durxistin. Birol wiha axivî: "Ji kar durxistin di serî de li Şaredarîya Surê destpêkir. Li vir 4 xebatkarên ewlehiyê derxistin. Li DİSKİ jî peymana 27 kesan hate betal kirin û ji kar durxistin. Li Şaredarîya Peyasê jî 30 kes ji kar hatin durxistin. Tu hincet nîşan nadin. Tenê dibêjin ku ji midurîyeta emniyetê nivîs hatiye. Ji hinek xebatkaran re qet tiştekî nabêjin û wan derdixin. Herî dawî li Şaredarîya Bajarê Mezin 5 kesên dî ji kar hatin durxistin. Derbarê vê yekê de me bi rayedarên şaredariyê re hevdîtin pêk anî, lê tu encam derneket."

    Serokê Sendikaya Guvenlik-Senê şaxê Amedê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK) Sezgin Birol
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Serokê Sendikaya Guvenlik-Senê şaxê Amedê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK) Sezgin Birol

    'KARKER DÊ LI MAFÊN XWE BIGERIN'

    Birol destnîşan kir ku mijar bi navenda sendîkaya DİSKê re parvekirine û serok û parêzerên sendikayê pêvajoya hiquqê dane destpêkirin. Bîrol wiha berdewam kir: "Em ê şopdarê vê mijarê bin. Xebatkar tev hatine mexdurdikirin û ev yek ne hiquqî ye. Her wiha pêvajoya hiquqê destpêkir û me tevan serî lê da. Heger em encam negirin em ê vê mijarê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME).'

    'LI ŞÛNA KARKERAN, HEVSERÊN POLÎS Û LEŞKERAN DIGIRIN KAR'

    Birol di axaftina xwe de agahîyek giring da û wiha îdia kir: "Gelek hevalên me ji kar hatin durxistin. Me bihîst ku li şûna hevalên me hevser û xizmên polîs, leşker û cerdewanan dixin kar. Li cihe ku ez dixebitîm yanî li DİSKİ yê jî wisa bû. Li şûna me 5 kesan, hevsera polisekî, hevsera çawişekî pispor, hevsera berbaz û xizmên cerdewanan girtin. Wan li hindirê midurîyetê bi cîh kirine. Ev yek nayê qebulkirin."

    'BILA KARKER SERÎ LI DADGEHAN BIDIN'

    Parêzer Şivan Cemil Ozen jî derbarê pêvajoya hiquqê de agahî da û diyarkir ku gelek cûre xebatkar hene. Yek ji wan xebatkarên kû li ser şirketên taşeron tên girtin ya dî jî karmendên şaredariyê ne.

    Parêzer Şivan Cemil Ozen
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Parêzer Şivan Cemil Ozen

    Ozen diyarkir ku mafê wan jî cuda ne û ji bo ev kes mafê xwe bi destbixin dibê li gorî peymana ku îmze kirine serî li dadgehên kar bidin. Ozen ev tişt gotin: "Heger ku sabiqa wan jî hebe ev yek ne astengîya xebatê ye. Mafê herkesî yê xebatê heye û ev yek di qanunê de jî weke mafê mirovan hatîye nîşandan. Her wiha niha dûrxistinên kar li ser şirketan tê kirin. Ji şirketa re dibên wan ji kar dûrbixin. Ew jî ji bo ku ihaleyên wan neyên betalkirin ji kar dûrdixin. Gelek mafên van kesên ku ji kar têne durxistin heye. Di serî de divê serî li dadgehên kar bidin. Di encama wê de heger venegerin kar jî, şirket bi sedema ku bê hincet ji kar dûrxistîye dê meaşên 8 mehan bide karkeran."

    Bi heman mijarî:

    Qeyûm ji bo şaredariya Mûradiyê hat tayînkirin
    Li Amedê li şûna 3 muxtaran qeyûm hatin tayînkirin
    Wezareta Navxweyî qeyûm tayînî şaredariya Dutaxê kir
    Li 2 şaredariyên din ên DBPê, qeyûm hatin bicihkirin
    Wezareta Navxweyî bo şaredariya Şaxê qeyûm tayîn kir
    Wezaretê qeyûm tayînî şaredariya Mahsertê kir
    Etîketan:
    jikardûrxistin, Qeyûm, karker, Guvenlik-Sen, Şaredariya Peyasê, Şaredariya Sûrê, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), Sputnik Kurdistan, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Sezgin Birol, Şivan Cemil Ozen, Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de