17:28 26 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    TSK: "18 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Di çarçoveya Operasyonên Mertalê Firatê de li bakurê Sûriyeyê 18 milîtanên rêxirtina terorîst a DAIŞê hatin kuştin û 182 hedefên rêxistinê hatin bombekirin.

    Di çarçoveya Operasyonên Mertalê Firatê de li bakurê Sûriyeyê 18 milîtanên rêxirtina terorîst a DAIŞê hatin kuştin û 182 hedefên rêxistinê hatin bombekirin. Di operasyona hewayî ya balafirên koalîsyonê de 3 hedefên DAIŞê hatin rûxandin.

    Li gorî daxuyaniya Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) Operasyona Mertalê Firatê di roja 149emîn de bi hemû hêza xwe hewldanên kontrolkirina herêmên Suflaniyah û Kabr al Mukri didome. Bi tespîtkirina wesayîtên navgînî yên hewayî 164 hedefên DAIŞê hatin bombekirin, jiyangeh, çeperên parastinî, baregên rêvebirî, depoyên çekan û wesayîtên çekhilgir hatin rûxandin.

    Herwiha li gorî daxuyaniyê TSKê li dijî 18 hedefên rêxistina terorîst a DAIŞê li herêma El Bab, Bzagah û Kabr al Mukri operasyona hewayî hat lidarxistin û di operasyonê de 16 wargehên jiyanî û baregeheke navendî û 2 avahî hatin rûxandin.

    JI RÛSYAYÊ BO HERÊMA EL BABÊ ÊRIŞA HEWAYÎ

    Ji aliyê din ve di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku di encama lihevkirina mutebeqatê de jetên rûsî li başurê xeta kordînasyonê ya herêma El Babê hedefên rêxistina terorîst a DAIŞê bombebaran kirin.

    Bi heman mijarî:

    TSK: "18 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"
    TSK: 2 sengerên çekan ên PKKê hatin rûxandin
    TSK: "Li El Babê 11 terorîstên DAIŞê hatin kuştin"
    TSK: "367 hedefên DAIŞê hatin bombekirin"
    TSK: "48 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"
    Etîketan:
    Hêza Hewayî ya Rûsyayê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona Mertalê Firatê, Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK), El Bab, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de