12:04 26 Îlon 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Piştgiriya Pergala Serokatiyê ji sedî 43 ye

    © AP Photo/ Emrah Gurel
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9210

    Li gorî lêkolîna Zanîngeha Kadir Hasê hejmara welatiyên ku piştgiriyê didin Pergala Serokatiyê ji sedî 43 û reqema kesên ku dibêjin li Tirkiyeyê krîza aborî heye ji sedî 71 e.

    Li gorî lêkolîna Zanîngeha Kadir Hasê hejmara welatiyên ku piştgiriyê didin Pergala Serokatiyê ji sedî 43 û reqema kesên ku dibêjin li Tirkiyeyê krîza aborî heye ji sedî 71 e.

    Li gorî lêkolîna Zanîngeha Kadir Hasê ku hersal bi navê Lêkolîna Meyla Siyasî û Civakî ya Tirkiyeyê tê kirin encamên sala 2016an hatin parvekirrin. Li gorî encamên anketê hejmara welatiyên ku piştgiriya pergala parlamenteriyê dikin li gorî sala borî ji sedî 16.2 kêm bû û dakete ji sedî 52.7ê. Herwiha hejmara kesên ku piştgiriya Pergala Serokatiyê dikin jî derkete ji sedî 43an.

    KRÎZA ABORÎ HEYE

    Di lêkolîna zanîngehê de nîqaşên ekonomîk jî cih girtin. Li gorî anketê ji sedî 71ê welatiyên Tirkiyeyê difikirin ku krîza aborî heye û ji sedî 21.1 jî dibêjin krîza aborî tuneye. Ji sedî 60.2yê dengdêrê AKPê û ji sedî 80 zêdetir dengdêrên CHP, HDP û MHPê difikirin ku li Tirkiyeyê krîza aborî rû daye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ekonomiya Tirkiyeyê ji ya eşkerekirî biçûktir bûye
    Li gorî Commerzbankê ekonomiya Tirkiyeyê têk diçe
    Ekonomiya Tirkiyeyê piştî 7 salan biçûk bû
    Erdogan: "dixwazin ekonomiya me têk bibin"
    TUSIAD: Rewşa Awarte têsîreke neyînî li jiyana ekonomîk ya bajarên kurdan dike
    Etîketan:
    HDP, MHP, CHP, AKP, Zanîngeha Kadir Has, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de