22:17 24 Îlon 2017
Zindî
    Hrant Dink

    Li ser kuştina Hrant Dink 10 sal derbas bûn

    © AFP 2017/ SEZAI ERKEN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Li ser kuştina Derînendeyê Giştî yê rojnameya Agosê Hrant Dink tam 10 sal derbas bûn, lê hê jî pêvajoya hiqûqî ya doza Dink berdewam e.

    Li ser kuştina Derînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink tam 10 sal derbas bûn, lê hê jî pêvajoya hiqûqî ya doza Dink berdewam e. Derheqê 26 wezîfedarê gelemperî de doz hat vekirin û lêpirsîna wezîfedarên cendirme didome.

    Derînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink di 19ê Rebendana 2007an de li navçeya Şişli ya Stenbolê di êrişeke çekdarî de hatibû kuştin. Dozgerê taybet ê ku lêpirsîna doza Dink dimeşand di Nîsana 2007an de derheqê 18 kesî ku 12 ji wan girtî bûn îdîaname amade kir û şande Dadgeha Cezaya Giran a 14emîn. Doza yekemîn di 2ê Tîrmeha 2007an de hat kirin.

    DINK LI PÊŞIYA AGOSÊ TÊ BIBÎRANÎN

    Qatil Ogun Samat ji berk u emrê wî biçûk bû dosyeya wî veqetandin, şandin Dadgeha Cezaya Giran a Zarokan a2yemîn. Dadgehê di 25ê Tîrmeha 2011an de bi cezayên ‘bi zanebûn kuştina însanan' û bê rusqet çek hildigirt 22 sal û 10 meh cezayê girtîgehê birî û Dadgeha Bilind jî ev ceza erê kir.

    Îro dehemîn salvegera kuştina Hrant Dink e. Ji bo Dink îro seet li 14.00an li Harbiyeya Stenbolê li devê rojnameya Agosê wê merasîmeke bibîranînê were lidarxistin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Di doza Hrant Dink de Mîralay Ali Oz jî di nav de 4 kes hatin girtin
    Di kuştina Hrant Dink de 7 kes bi daxwaza girtinê li dadgehê ne
    Parêzer ji berevaniya bersûcên doza kuştina Hrant Dink vekişiyan
    Dozger kuştina Hrant Dink weke ‘guleya pêşîn a FETO'yê nirxand
    Di doza Dink de polês li xwe mikur hat: "Min 10 meh berê agahiya kuştinê da"
    Etîketan:
    DehemÎn salvegera kuştina Hrant Dink, Derînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê, Ogun Samast, Hrant Dink, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de