21:12 26 Îlon 2017
Zindî
    Operasyon - Mûsil - Pêşmerge

    Li mehwerê Askê Pêşmergeyekî Roj jiyana xwe ji dest da

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Hat ragihandin ku îrô li Mûsilê li sengerê Askê yê Mûsilê Pêşmergeyekî Roj jiyana xwe ji dest da.

    Pêşmergeyê Rojava yê bi navê Mihemed Emîn Silo ku di nava Fewca Yekem a Leşkerên Roj de cih digirt, li mêhwerê Askê Mûsilê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hat kuştin.

    Heman çavkaniyê ragihand ku pêşmerge Mihemed Emîn Silo li Mêhwera Askê Mûsilê bi guleya nîşangirekî (qenasekî) DAIŞê hatiye kuştin. Li gorî wî çavkaniyê leşkerî, pêşmerge Mihemed Emîn Silo ji dayikbûyê sala 1993an û ji gundê Girê Birî yê ser bi bajarokê Çilaxa a Rojava ye.

    Li gorî zanyariyên berdest dibe cenazeye Mihemed Emîn Silo îro bi rêya deriye Sêmalka derbasî Rojava bajarê Qamişlo bikin û li wir binax bikin.

    Hêza Pêşmergeyên Roj piştî kirîza li Sûriyê û di sala 2012an de, li Herêma Kurdistanê hat avakirin û hejmara wan zêdetirî 6 hezar kesan tê texmînkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pêşmergeyên Jin 3 DAIŞî dîl girtin
    Di operasyona Mûsilê de pêşmergeyên jin di cepheyê herî pêş de şer dikin
    Pêşmergeyên Kurdistanê li Mûsilê 3 gundên din rizgar kirin
    Pêşmergeyên birîndar wê li Macaristanê bên dermankirin
    Di navbera pasdarên Îranê û Pêşmergeyên PDKIyê de şer
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Pêşmergeyên Roj, Mihemed Emîn Silo, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de