05:09 20 Tebax 2017
Zindî
    Qendîl PKK bombardiman

    'Balafirên Tirkiyê 11 gundên Herêma Kurdistanê bombardiman kir'

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 72 0 0

    Medya Herêma Kurdistanê ragihand ku balafirên Artêşa Tirkiyê bi hinceta bingehên PKKê, herêma Qendîlê, Biradost, û çend cihên 11 gundên Herêma Kurdistanê bombardiman kir.

    Li gor nûçeya Rûdawê ku dispêre peyamnêrê xwe yê li herêmê işev (18 Rêbendan 2017) çend balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê derbasî sînorê esmanî yê Herêma Kurdistanê bûn û çend cihên li devera Biradsot û herêma Qendîlê bombardiman kirin.

    Hat ragihandin ku bombardiman li dor demjimêr 21:00ê destpê kiriye û hîn didome.

    Li gor nûçeyê gundên Bokrîskan, Kurtek, Înzê, Qelatukan, Sûredê û Navdeşt ên herêma Qendîlê tên bombebaran kirin.

    Li gor nûçeya RojNews a Herêma Kurdistanê jî bombardiman li demjimêr 20:35an dest pê kiriye û bi 4 balafiran hatiye kirin.

    Herwiha hat ragihandin ku Gundên Xakûrk, Dêwane, Narê, Serçeman û Ziraran ên li devera Biradostê jî rûbirûyî bombardimana balafirên şer ên Tirkiyê hatin.

    Derbarê ziyanên sivîlan ên vê bombardimanê de hîn ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

     

    Bi heman mijarî:

    'Dibe ku tîma Trump beşdarî Astanayê bibe'
    Pûtîn bo Ukrayna û Sûriyeyê bi Merkel û Hollande re hevdîtin pêk anî
    Tirkiye: Pêwendiya me ya Rûsyayê nayê wateya qutkirina têkiliyên NATOyê
    TSKê li ser hevkariya Rûsya ya lêdana DAIŞê li Babê daxuyanî da
    Rûsya: 14 binpêkirinên agirbestê hatin tespitkirin
    Etîketan:
    Balafirên Artêşa Tirkiyê, 11 gundên Herêma Kurdistanê, Qendîl PKK bombardiman, Herêma Kurdistanê, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de