20:28 17 Tebax 2017
Zindî
    Balafirên şer ên Rûsyayê (balafirên mezîldirêj û stratejîk)

    TSKê li ser hevkariya Rûsya ya lêdana DAIŞê li Babê daxuyanî da

    Pavel Lisitsyn
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2001

    Hêzên Çekdarên Artêşa Tirkiyê (TSK) bi daxuyaniyekê operasyona hevpar a asmanî ya ku îro ji aliyê Balafirên Rûsî û Tirk ve li El Babê li ser bingehên DAIŞê hatibû kirin, piştrast kir.

    Piştî ragihandina Rayedarê Wezareta Parastin a Rûsyayê Korgeneral Sergey Rudskoy a li ser yekemîn hevkariya operasyona heweyî ya Rûsya û Tirkiyeyê TSKê jî bi navê Serokê Daîreya Medya û Pêwendiyên Gel Ertugrulgazî Ozkurkçu daxuyaniyek belav kir.

    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

    "Roja 18ê Rêbendana 2017an li demjimêrên 07:00, 07:14, 11:35 û 16:20an li ser keşfa Balafirên Bêmirov ên Amerîkayê li herêma El Babê armancên DAIŞê hatin lêdan.

    'PIŞTÎ HEYAMEKE DIRÊJ KOALÎSYONÊ OPERASYON KIR'

    Dîsa îro li demjimêr dora 15:30an di encama kordînasyona hedefan a bi koalîisyonê re de, bi balafirên koalîsyonê yên TORNADO ên Îngilîzan li Herêma Bzagah operasyon li ser DAIŞê hat kirin. Hedefên diyarkirî hatin rûxandin. (Piştî heyameke dirêj cara ewil balafirên koalîsyonê operasyon kir.)

    'BI KORDÎNASYONEKE BAŞ BALAFIRÊN RÛSÎ LI DAIŞÊ DAN'

    Li gor rêkeftina bi Tirkiye û Federasyona Rûsyayê re hatiye îmzekirin, (Kordînasyona operasyonên bêyî ziyan gihandina hevdu) îro piştî encamdana kordîneyeke baş a bi rayedarên Rûsî re balafirên Hêzên Hewayî yên Rûsyayê li başûrê El Babê bi ser armancên DAIŞê yên hatibûn diyarkirin de operasyon pêkanîn."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: 14 binpêkirinên agirbestê hatin tespitkirin
    Li Moskowê protesto: Di agirê dojehê de bişewite Obama
    Salih Muslim: Civîna Astanayê yek ji lîstika hêzên navnetewî ye
    Senetorê amerîkî mudexaleya hilbijartinê ya Rûsyayê dixwaze di dersan de bê xwendin
    TEV-DEM derbarê civîna Astanayê de daxuyanî da
    Etîketan:
    El bab, daiş, Tirkiye, Rûsya, TSKê li ser hevkariya Rûsya ya lêdana DAIŞê li Babê daxuyanî da, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de