02:18 18 Tebax 2017
Zindî
    Alaya TEV-DEM û YPGê

    TEV-DEM derbarê civîna Astanayê de daxuyanî da

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)
    0 10220

    Meclîsa TEV-DEMa Kantona Cizîrê derbarê civînên ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyê tê lidarxistin, daxuyaniyek dan û gotin wê biryarên ku di encama civîna Astanayê de bê dayîn nas nekin.

    Daxuyanî ji aliyê rêveberê Desteya Aborî û Dîrokî Mele Beşîr ve bi amadebûna endamên meclîs li Sendîkeya Karkeran hat xwendin.

    Daxuyanî wiha ye:

    "Di piştî 6 salan de ji kuştin û talanî wêrankirin û pê re jî deme dem li darxistine civînên çareseriyî di aloziya Sûriyê de diyar dike ku tevahî hêzên navnetewî û pêre jî rêjîm, itîlafa û hevalbendên xwe xwedan projeyek çareserî nînin, lê berovajî wê sûcdar û sedeme sereke bûn di gurbûne kirîza heyî de ku ber ew parçebûna gelên Sûriyê ve diçin.

    Li ser axa Sûriyê her ku şer û nakokiyên eskerî kêm dibe pê re jî parelel nîqaşên siyasî û civînên jib o çareseriya pirsgirêkên sûriyê jî di kevin rojevê wek tê zanîn beriya vê hewldanê civînên Cinêvê re 1,2 û 3`ê hatin li darxistin û tu encam negirt. Li ser Sûriyê hevsengî her tim tên guhertin ku îroj û bi pêşengtiya Rûsiya û Tirkiyê dîse bi tevlîbûna Îranê û bi erekirina rêjîma Sûriyê hewldan heye ku civîna Astana bê birêxistin kirin û dîse jî gelên sûriyê ji çareseriya pirsgirêkên xwe wek her car bê par dimîne.

    Lewma em wek TEV-DEM ya Kantona Cizîrê tekez dikin ku 6 sal di temenê aloziyê heyî de k utu çareseriyê bi xwe re na anî ew bû ku, ne projeyên çareserî û ne jî îradeya gelên Sûriyê bi pêkhateyên xwe di van civînan de hebûn ku bibin bersiva çareseriyê.

    Banga me jib o gel û raya giştî ew e ku tenê gelên Sûriyê û bi tevahî pêkhatin xwe hêza çarseriyê û terzê wê jî derveyî gurkirin û şerê bê çareserî nayê rûdan.

    Li ser axa Sûriyê îro tenê yek proje û yek çareserî heye û ew jî ew e ku van gelê xwe bi xwe birêvebibe û federasyona bakurê Sûriyê û Rêveberiya xwser di salên bûrî de ve teqez dike. lewma biryarên ku îradeya gelên Sûriyê bi israr negre em bi tundî red dikin û aloziya ku bi xwe re bîne me eleqedar nake.

    Dîse jî bi vê boneyê em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li ser axa Sûriyê û ji bo Sûriyeke federal û demokratîk têbikoşin û bibin hêza çareseriya aloziya Sûriyê."

    Mijar:
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)

    Bi heman mijarî:

    TEV-DEM: Kesên dixwazin ereb ji hêzên me veqetin, piştgiriya DAIŞê dikin
    TEV-DEM derbarê operasyona Cerablûsê de daxuyanî da
    TEV-DEM gelê Şehbayê li hember komkujiyan hişyar kir
    TEV-DEM: Li Rojava dewleta tirk piştgiriya êrişên xwekujiyê dike
    Etîketan:
    çareseriya şerê sûriyeyê, gelê sûriyeyê, civînên astanayê, şerê siyasî, mele beşîr, cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de