02:20 24 Tebax 2017
Zindî
    Bajarê kevnare yê Palmîrayê

    Artêşa Sûriyeyê li Palmîrayê dijî DAIŞê operasyon da destpêkirin

    © AFP 2017/ STR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1301

    Rayedarê Serfermandariya Artêşa Rûsyayê Sergey Rudskoy ragihand ku Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya balafirên Rûsyayê li bajarê kevnara Palmîrayê operasyon li dijî DAIŞê da destpêkirin.

    Rudosky diyar kir ku DAIŞê ji ber kiryarên Hevpeymana Navdewletî yên li Mûsilê, DAIŞ bê ku ti asteng were pêşiya wê, teqemenî, çek û milîtan şandin Palmîra,Dêra Zorê û El-Babê û wiha dewam kir: "Leşkerên rûs rûs istixbarat wergirtin ku DAIŞê gelek teqemenî şandine bajarê Palmîrayê ta ku mîrasa dîrokî birûxînin û ji nav bibin."

    ​Rayedarê rûs eşkere kir ku piştî van istixbaratan, Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Hêzên Hewayî û Fezayî yên Rûsyayê operasyon da destpêkirin ta ku mîrasa dîrokî ya Palmîrayê biparêzin.

    Bi heman mijarî:

    Li nêz Palmîrayê fermandarekî DAIŞê hat kuştin
    Artêşa Sûriyeyê DAIŞ ji derdora Palmîrayê qewirand
    Rûsya: Pêşveçûna DAIŞê ya li Palmîrayê bi piştgiriya balafirên rûsî sekinî
    Pûtîn: "Girîngiya Palmîrayê sembolîk e, Heleb girîngtir e"
    Townsend: Bidestxistina DAIŞê ya çekên giran li Palmîrayê ji bo me tehdît e
    Esad: Artêşa Sûriye piştî rizgarkirina Helebê wê berê xwe bi de Palmîrayê
    Esad: "Bûyerên Helebê û êrişên Palmîrayê bi hev ve girêdayî ne"
    Etîketan:
    DAIŞ, Dêra Zorê, Mûsil, Bab, DYA, Palmîra, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de