21:29 19 Tebax 2017
Zindî
    Muhemed Cewad Zerîf

    Zerîf: Îran, Tirkiye û Rûsyayê agirbesta Sûriyeyê pêk anî

    © AFP 2017/ Fabrice Coffrini
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Wezîrê Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf ragihand ku Îran, Tirkiye û Rûsyayê wek gava destpêkê ji bo çareseriyê, agirbest li Sûriyeyê dabîn kir.

    Zerîf di foruma Aboriya Cîhanê ya Davosê de axivî û teqez kir ku divê alîkarî bê kirin ji bo sûrî bi hev re diyalogê bikin û wiha dewam kir: "Divê em li ser asta navdewletî alîkariya sûriyan bikin ji bo diyalogê bikin. Ez wiha bawer dikim ku gava pêşî ya agirbestê bi xêra Îran, Tirkiye û Rûsyayê hatiye avêtine."

    "HEZ DIKE XELKÊ ECÊBMAYÎ BIHÊLE, EW Ê GELEKÊ ECÊBMAYÎ BIBE"

    Zerîfê li Davosê derbarê peymana nûkleer a di navbera DYA û Îranê de jî axivî û li ser serokê nû yê DYAyê Donald Trump ku li dijî wê rêkeftinê ye, wiha got: "Eger careke din hewl bide, rêkeftinê gotûbêj bike, ew ê bibehite".

    Herwiha Zerîf teqez kir ku Trumo dest ji rêkeftinê berde, "ew ê ne dawiya dinyayê be" û diyar kir ku ew ê pol^tîkaya birêveberiya nû ya DYAyê ji nêzîk ve bişopînin û wiha got: Trump hez dike xelkê ecêbmayî bihêle, ew ê gelekî ecêbmayî bimîne".

    Rayedarê îranî li ser pirsyara peyamnêrê Spûtnîkê wiha got: "Hîn Tehranê ti temas bi birêveberiya nû ya DYAyê re dananîne."

    "OBAMA RÊKEFTIN BAŞ NEANÎ CIH"

    Ji aliyê din ve, Zerîf teqez kir ku Obama mercên rêkeftinê bi şêweya pêwîst neanîn cih û diyar kir ku hîn zehmetî hene.

    Bi heman mijarî:

    Li Îranê girtiyeke siyasî ya kurd ev 12 roj in di girêva birçîbûnê de ye
    Îranê NHBya ku ket herêma qedexe kirî xist
    Rejima Îranê kurd jî di nav de 20 kes îdam kirin
    Girtiyê kurd ê li Îranê piştî 38 rojan dawî li girêva birçîbûnê anî
    PJAKê serdana Partiya Demokratîka Kurdistan-Îranê kir
    Du partiyên Kurd ên Îranê ji bo Elî Ekber Refsencanî daxuyanî weşandin
    Etîketan:
    Barack Obama, Muhemed Cewad Zerîf, DYA, Sûriye, Îran, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de