03:55 21 Tebax 2017
Zindî
    Rojava

    Nûnerê Hikûmeta Kurdistan: Bila kurdên Sûriye û Iraqê jî tev li civînên Astanayê bibin

    © AFP 2017/ LOUISA GOULIAMAKI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)
    0 9561

    Serokê Daîreya Têkiliyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mustefa Bekir ragihand ku pêwîst e, kurdên Sûriye û Iraqê tev li civînên Astanayê bibin.

    Bekir bi Spûtnîkê re axivî û wiha got: "Ez wiha bawer dikim ku divê hemû dewletên cîran û kurdên iraqî û sûrî yên ku bandora qeyrana Sûriyeyê li wan çêbû, beşdarî civînên çareserkirinê bibin. Ji ber qeyrana Sûriyeyê bandor li me hemûyan kir. Me li Kurdistanê pêşwaziya 300 hezar penaberên sûrî kir."

    Dijberiya Sûriyeyê û hikûmeta wê dê li bajarê Astanayê bicivin û dûre di 8ê Sibatê de dê li bajarê Cenevreyê bicivin.

    Ji aliyê din ve, duh Spûtnîkê ragihandibû ku Serokê ENKSê Îbrahîm Biro, endamê ENKSê Abdulhekîm Beşar, parêzer Derwîş Mîrkan beşdarî hevdîtinên aştiya Sûriyeyê yên ku wê li bajarê Astanayê bibin.

    Hêjayî gotinê ye ku çend caran dijberî û hikûmeta Sûriyeyê ji bo çareseriyê civiyane lê dîsa jî kurdên Sûriyeyê ku yek ji mezintirîn etnîsîteyên Sûriyeyê ye, ticarî nehatibû vexwendin bo wan civînan û ew tişt gelek caran ji aliyê Rûsyayê ve hatibû rexnekirin.

     

    Mijar:
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Hemû aliyên çekdar ên ne girêdayî DAIŞ û El-Nusrayê dikarin beşdarî Astanayê bibin
    Caferi: "Ez ê serokatiya heyeta Sûriyeyê ya Astanayê bikim"
    NY: Me vexwendina beşdarbûna Astanayê wergirt
    Îran naxwaze DYA beşdarî hevdîtinên Astanayê bibe
    Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê: YPG wê beşdarî Astanayê nebe
    3 serkirdeyên ENKSê wê beşdarî Astanayê bibin
    ‘Ehrar el-Şam, wê neçe Astanayê'
    Etîketan:
    ENKS, Felah Mustefa Bekir, Kurdistan, Iraq, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de