16:43 23 Tebax 2017
Zindî
    Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê (DMME)

    Parêzera Ceylan Onkol: Li hember biryara dadgehê em şaş mane

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Parêzera doza Ceylan Onkol diyar dike ku ew li ber biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpayê (DMME) şaş mane û dê îtîrazê li ser qerarê bikin.

    Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê (DMME)
    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Keça kurd Ceylan Onkol (12) 28ê Îlona sala 2009an de li Licê ya Amedê, dema pezê xwe li çolê diçêrand bi topa hawanê ya ku ji aliyê qereqolê ve hate avêtin, jiyana xwe ji dest da.  Li ser vê yekê bi rêya parêzeran bo sûcdarên bûyerê bên dîtin doz hatin vekirin lê ti encam nehatin bidesxistin. Li ser vê yekê parêzeran serî li DMMEyê dan. Parêzgera dozê Reşan Bataray derbarê dozê de hin agahî da Spûtnîk Kurdistanê.

    Bataray diyar dike ku ji ber ku doz li gorî esasên xwe nehate meşandin û hemû rêyên hiqûqî jî qediyan wan serî li DMMEyê dan.

    ‘LI BENDÊ NE KU DEMA DOZÊ BIBIHUR E'

    Bataray di dirêjahiya axaftina xwe de diyar dike ku li gel biryara lêgerînê jî hatiye dayîn lê heta niha ti gumanbar nehatine desteserkirin û li bendê ne dema dozê bibihur e da ku ser bûyerê bigrin.

    ‘BIRYAR ME GELEKÎ ŞAŞ KIR'

    Bataray diyar dike ku ew li hember biryara neyînî ya gelekî şaş mane û got: ‘Em li hêviyê bûn ku biryara binpêkirina mafan bê dayîn.'

    ‘BI RÊYA QEREQOL A  GUMANBAR, LÊPIRSÎN HATE KIRIN'

    Parêzer Batara diyar dike û dibêje dozgerî dozê bi rêya qereqola ku wekî gumanbar tê dîtin ve dimeşîne ku em ji vê yekê gelekî aciz in û wiha pê de çû: ‘ Ji ber ku qereqol gumanbar e me xwest ku lêpirsîn ji aliyê hin saziyên din ve bê kirin. Lê ev daxwaza me hate redkirin.'

    ‘DMME ÎÇTÎHATA XWE TÊK BIR'

    Parêzer Bataray destnîşan dike ku: 'DMME ji salên 90î û vir ve lêpirsînên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên meşandin, wekî bê têsîr dibîne. Lê niha bi biryara neyînî îçtîhada xwe têk bir.'

    Di dirêjahiya axaftinê de Bataray diyar dike ku tê îdiakirin Onkol ji ber teqemeniya ji aliyê rêxistinê ve hatiye danîn jiyana xwe ji dest daye. Li gorî nêrîna Batarayê ger wiha be jî divê dewlet berpirsiyariya xwe ya di mijara paqijkirin û têkbirina teqemeniyan de bîne cih û gel biparêze.

    ‘EM Ê BIRYARÊ RED BIKIN'

    Parêzer Reşan Bataray di dawiya axaftina xwe de destnîşan dike ku wê îtîrazê li biryara DMMEyê bidin û wiha pê de diçe: ‘DMME heta niha di gelek dozên wiha de Tirkiyeyê, mehkum kiribû. Yanî îçtîhadên erênî yê DMMEê hene. Lewma jî em ê jî hewl bidin ku em jî encameke erênî bidest bixin.'

    Bi heman mijarî:

    "Navgîna polîsan zarokê 5 salî kuşt"
    Li Geverê zarokê ku di teqînê de mir spartin axê
    Zarokê 16 salî ji hêla hêzên dewletê ve hate kuştin!
    Nasnameya zarokê li Sûrê hate kuştin diyar bû
    Li Serêkaniyê mayina DAIŞê teqiya û zarokê 10 salî kuşt
    Etîketan:
    gumanbar, dmme, binpêkirina mafên mirovan, mafê mirovan, ceylan onkol, reşan bataray
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de