13:13 21 Tebax 2017
Zindî
    girtin-binçavkirin-desteserkirin

    Qeymeqamê berê yê Bêşebabê Kadir Guntepe ji FETOyê hat desteserkirin

    © Foto: Kirill Kallinikov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Di çarçoveya lêpirsîna FETO ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tokatê ve tê meşandin de qeymeqamê berê yê navçeya Bêşebab a Şirnexê Kadir Guntepe hat desteserkirin.

    Hat diyarkirin ku Kadir Guntepe bi riya bernameya ByLockê bi îmamê qeymeqamên FETOyê re axiviye û hat hîn bûn ku Guntepe piştî temamkirina maimeleyên wî yên li Kayseriyê wê ji bo Tokatê were şandin.

    Guntepe bi biryarnameya herî dawîn wek Şêwirmendê Hiqûqê yê Parêzgariya Elezîzê hatibû tayînkirin.

    Her wiha hêjayê gotinê ye ku qeymeqamê berê yê Bêşebabê Kadir Guntepe gelek caran li ser hesabê xwe yê Twitterê gef li Parlamenterê Şirnexê yê HDPê Ferhat Encu xwaribû û bi van gefxwarinên xwe hatibû rojevê.

    Bi heman mijarî:

    Li Bêşebabê cerdevanek di encama êrîşeke çekdarî de hate kuştin
    Li Bêşebabê qedexe hate rakirin
    Etîketan:
    desteserkirin, Parlamenterê Şirnexê yê HDPê, Qeymeqamê berê yê Bêşebabê, Ferhat Encu, Kadir Guntepe, Tokat, Şirnex, Bêşebab
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de