05:08 20 Tebax 2017
Zindî
    HSD

    "Pentagon dixwaze Trump çekan bide şervanên kurd ên Sûriyeyê"

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7210

    CNNê ragihand, ji bo lezandina operasyona Sûriyeyê û bi taybetî ya Reqqayê ya li dijî DAIŞê, Pentagon dê planeke nû pêşkêşî birêveberiya nû ya Trump bike û dê bixwaze ku kurdên Sûriyeyê biçek bikin.

    Pentagon kurdên HSDê yên kurd pêşengiya wan dikin, hêza tekane dihesibînin a ku bikare DAIŞê li paytexta wê ya De Facto Reqqayê têk bibin.

    Planger û istixbarata leşkerî DYAyê hema hema hemû xetên balafiran û biçûktirîn hûrgiliyên wê li ser nexşeyan tomar kirine. Jixwe DYA niha jî balafirên xwe ji bo piştgiriya HSDê bi kar tîne. 

    Herwiha yek ji alternatîvan ew e ku bi sedan leşkerên amerîkî bişînin şerî ta ku Reqqayê bistînin lê CNNê diyar kir ku hejmara leşkeran girêdayî bipêşketina rahênan û çekdarkirina HSDê ye.

    "JI 50 HEZAR ŞERVANÊN HSDÊ HENE, HERÎ KÊM 27 HEZAR JI WAN KURD IN"

    Li gorî raporta ku rojnamevanê holendî Wladimir van Wilgenburg ji AraNewsê re amade kiriye, niha bêtirî 50 hezar şervanên HSDê hene ku 27 hezar ji wan kurd ên YPGê ne. 23 Hezar şervanên din bi piranî ereb in lê hinek kurd jî di nav wan de ne.

    Ji aliyê din ve, raport derbarê şandina leşkerên amerîkî bo Sûriyeyê wiha dibêje: "DYA dikare çend tîmên şerî yên bi qasî lîwayekê bin, bişîne Sûriyeyê. Her tîmek ji wan dê ji 4.000 leşkeran pêk were.

    "TENÊ ŞERVANÊN EREB DÊ TÊKEVIN NAVA BAJARÎ"

    Leşkerên amerîkî dê nekevin nava bajarê Reqqayê lê ew ê di dema lêdana balafiran de, rê û bajaran kontrol bikin.

    Hêjayî gotinê ye ku birêveberiya Trump ya biryara şandina leşkerên amerîkî bo Sûriyeyê, girêdayî biryara wî ye biçekkirina şervanên kurd e.

    "EV GAV DÊ TIRKIYEYÊ ACIZ BIKE"

    Rayedarên Pentagonê diyar dikin, gaveke wiha anku biçekkirina kurdan dê Tirkiyeyê aciz bike, ji ber ya dawî naxwaze kurd li Sûriyeyê, hêza xwe ya leşkerî zêde bikin.

    Herwiha li gel ku DYA gelek caran teqez kiriye ku HSDê hevbendê wan e û HSDê bixwe jî berî demekê ragihand ku ew ne beşek ji PKKê ne jî, lê Tirkiye her wan wek beşeke PKKê bi nav dike.

    CNN di raporta xwe de balê dikişîne ser wê yekê jî ku şervanên ereb tenê yên HSDê dê têkevin bajarê Reqqayê ku bajarekî piraniya niştîcihên wê ereb in.

     

    Bi heman mijarî:

    "Tirkiye herêma tampon ji bo kurdên Tirkiyeyê û yên Sûriyeyê negihêjin hev dixwaze"
    ENKS: Bila Tirkiye kêşeya kurdên xwe çareser bike, xwe tev li yên Sûriyeyê neke
    "Kurdên Sûriyeyê, meha bê dê pêşnûmaya makeqanûna federasyonê pesend bikin"
    Robert Ford: Tirkiye naxwaze Kurdên Sûriyeyê xurt bibin
    Dijberên PYDê di bin navê “Kurdên Sûriyeyê yên Serbixwe” de gihan hev
    Kurdên Sûriyeyê hê jî ji bo Cenevreyê nehatine vexwendin
    Nassan: ‘Kurdên Sûriyeyê dê îro federasyonê îlan bikin'
    Etîketan:
    HSD, YPG, Reqqa, Sûriye, Amerîka, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de