02:11 21 Tebax 2017
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu û Devlet Bahçeli

    Hevdîtina Kiliçdaroglu û Bahçeli bi dawî bû

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu piştî serdana Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli ragihand ku me metirsiyên xwe yên ji bo guherîna Destûra bingehîn ji Bahçeli re gotin.

    Hevdîtina Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli ya ji bo guherîna Destûra Bingehîn li parlamentoyê destpê kir.

    Serokê CHPê Kiliçdaroglu berî destpêkirina tura duyemîn a guherîna Destûra Bingehîn li parlamentoya Tirkiyeyê li meqamê meclisê serdana Bahçeli kir.

    HEVDÎTIN 44 DEQÎQEYAN DOMAND

    Hevdîtina Kiliçdaroglu û Bahçeli li parlamentoyê 44 deqîqeyan domand. Kiliçdaroglu piştî hevdîtinê got: "Bi rastî wekî şexsî pêwistiya min bi vê hevdîtinê hebû. Derbarê guherîna Destûra Bingehîn de me metirsiyên xwe ji Bahçeli re gotin. Spasiya we dikim.

    Bahçeli jî di axaftina xwe de tenê got: "Kiliçdaroglu tiştê pêwist got, spasiya we dikim."

    Bi heman mijarî:

    Selvi: "DAIŞê plana suîqesta Kiliçdaroglu kir"
    Kiliçdaroglu: "Çima begên Enqereyê zarokên xwe naşînin leşkeriyê?"
    Kiliçdaroglu: Hemû bajarên Tirkiyê rûbirûyê terorê ne
    "Ji Yildirim bo Kiliçdaroglu hişyariya suîqestî"
    Yildirim bi Kiliçdaroglu û Bahçeli re hevdîtinê pêk tîne
    Etîketan:
    Serokê Giştî yê MHPê, Serokê Giştî yê CHPê, Kemal Kiliçdaroglu, Devlet Bahçeli, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de