11:07 23 Tebax 2017
Zindî
    Nuri el Malikî

    John Kerry: "Sedema ketina bajarê Mûsilê Malikî bû"

    © AP Photo/ Khalid Mohammed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 70 0 0

    Li gorî daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, sedemê bajarê Mûsilê ku destê DAIŞê Nuri Malikî bû.

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di axaftina xwe ya televîzyona Skynews de ragehand ku Serokwezîrê Iraqê yê berê Nuri Malikî bû sedem ku bajarê Mûsilê têkeve destê rêxistina terorîst a DAIŞê.

    John Kerry di daxuynaiya xwe de ragehand ku ew nîgeran ji paşeroja Iraqê û bi taybet piştî şerê DAIŞê û got: "Serokwezîrê Iraqê yê berê Nuri Malikî artêşeke taîfî ava kiribû û ev jî bû sedem ku DAIŞ bajarê Mûsilê bidest bixe."

    Kerry di dirêjiya axaftina xwe de got: "Sedemê dagirkirina bajarê Mûsilê ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve Malikî bû, lewra wî artêşeke taîfî ava kiribû. Ji ber ku artêş tu peyvendiyekî wê li gel xelkê Mûsilê nebû û ji bo vê jî li bajêr berevanî nekir û paşde vekişî. Lewma Malikî jî ji vê bûyerê berpirsyar e."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Wezareta Pêşmerge bo Malikî: Yê sînorê Kurdistanê diyar dike ne Malikî ye
    Malikî: Di têkoşîna li dijî DAIŞê de, tenê Îranê alîkariya me kir
    Malikî li Tehranê: Ez ê nebim namzetê serokwezîriyê
    Berpirsê Hizbullahê gef li Nûrî Malikî xwarin
    Malikî: Erdogan Tirkiye kiriye dewleteke aloziyan
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Serokwezîrê Iraqê yê berê, Nuri Malikî, John Kerry, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de