10:34 19 Tebax 2017
Zindî
    Rojava

    Ilham Ehmed bi rayedarên hikûmeta DYAyê re civiya

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16120

    Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed di serdana xwe ya Washingtonê de bi rayedarên hikûmeta Obama û bi şêwirmendê kampanyeya propagandaya Trump re civiya.

    Hevseroka MSD Ilham Ehmed û şandeyek di bin serokatiya Serokê Meclîsa Suryanî Besam Ishaq de li paytexta DYAyê Washingtonê hin hevdîtin pêk anîn. Li gorî nûçeya ANHAyê, Hevseroka MSDê Ihlam Ehmed diyar kir ku wan bi rayedarên hikûmeta Barack Obama û rayedarên hikûmeta Donald Trump re civiyane û gotûbêj kirine.

    Ehmed diyar kir ku şandeyê bi Gabriel Soma şêwirmendê kampanyeya propagandeya Serokê DYAyê yê bijartî Donald Trump re jî civiya ye û li ser pêşketin û nêrîna hikûmeta nû ya derbarê aloziya Sûriyê de nîqaş kirine.

    Ehmed got ku projeya wan a federaliyê di navenda hemû nîqaşan de bû û 'proje erênî tê nirxandin'.

    Bi heman mijarî:

    Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li Amerîkayê nûnertiyê vedike
    Etîketan:
    Ajansa ANHA, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Gabriel Soma, Ilham Ehmed, Donald Trump, Barack Obama, Washington, Sûriye, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de