02:34 17 Tebax 2017
Zindî
    polês

    Polîsan li Wanê bi ser malekê de girt: 2 kes hatin kuştin

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Li Wanê Polîsên Taybet ên Ewlehiya Tirk bi operayonekê bi ser malekê de girtin û di encamê de û di dema operasyonê de pevçûn qewimî û 2 kes hatin kuştin.

    Li gorî îdiayên çapemeniya Tirk Polîsên Taybet ên Ewlehiya Tirk li navçeya Artemêt a Wanê bi hinceta ku PKKyî lê hene, bi ser malekê de girtin û hat gotin ku di dema serdegirtinê de di navbera polîsên Tirk û kesên li wê malê de pevçûn qewimî û di encamê de 2 kes ji aliyê polîsan ve hatin kuştin.

    Hat îdiakirin ku polîsan ji wan xwestiye xwe bidin dest lê wan kêsnên li wê malê gule li polîsan reşandine û bi narîncokê êrîşê polîsan kiriye û polîsan jî li ser vê yekê bi piştgiriya hewayî operasyon lidarxistine û pevçûn qewimiye.

    Hat gotin ku di ebcama pevçûnê de 2 kesên li wê malê ji aliyê polîsan ve hatin kuştin ^y hinek çek û narîncok hatin bidestxistin.

    Etîketan:
    operasyon, kuştin, polîs, serdegirtin, PKK, Polîsên Taybet ên Ewlehiya Tirk, Artemêt, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de