05:13 20 Tebax 2017
Zindî
    Bekir Bozdag

    Bozdag: "Têkiliya êrişkarê Reînayê bi DAIŞê re wekî rojê eşkere ye"

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag di axaftina xwe de ragihand ku têkiliya êrişkarê Reînayê Abdulgadir Masharipov bi DAIŞê re wekî rojê eşkere ye.

    Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag di axaftina xwe de ragihand ku têkiliya êrişkarê Reînayê Abdulgadir Masharipov bi DAIŞê re wekî rojê eşkere ye.

    Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag di axaftina xwe ya masaya edîtor a Ajansa Anadoluyê de got: "Nasnameya êrişkarê Reînayê eşkere bû. Girtina êrişkar serkeftineke rêxistina me ya polêsan bû, ez van pîroz dikim. Têkiliya êrişkar bi rêxistina terorîst a DAIŞê re wekî rojê eşkere ye. Jixwe heta niha hemû doneyên ku derketine rêxistina terorîst nîşan didin. Bi baweriya min di derheqê DAIŞê de em ê belgeyên girîng bidest bixin. Ji 2 hezaran zêdetir polêsan di operasyonan de wezîfe girt û bi hezaran dîmênên kamerayan hatin analîzkirin. Şopa êrişkar baş hate meşandin û encam jê hat standin.

    ‘BAWER NAKIM KU DERKETIBE DERVEYÊ WELAT'

    Bozdag di berdewamiya axaftina xwe de ji bo îmamê FETO/PDYê yê qaçax Adil Oksuz got: "Bi baweriya min Adil Oksuz derneketiye derveyê sînorê Tirkiyeyê. Lewra piştî ku bûyer bû mijar deşifre bû û hêzên ewlehî ketin tevgerê. Hêzên ewlehî li hemû deriyên sînor û hidûdan bergirî girtin û ji bo vê hatin agahdarkirin."

    Bi heman mijarî:

    Bozdag: Nasnameyên êrîşkarên Îzmîrê diyar bûn
    Bozdag: Şerê li dijî terorê dê bi xurtî berdewam bike
    Bozdag: "Muameleyeke cuda bi parlamenterên HDPêyî nayê kirin"
    Bozdag, di serdana xwe ya Amerîkayê de daxwaza serbestberdana Riza Sarraf kiriye
    Bozdag: "Di teqîna Amedê de kuştiyên me sivîl û polês hene"
    Etîketan:
    Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê, Bekir Bozdag, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de