02:06 18 Tebax 2017
Zindî
    Karlov

    Organîzatorê pêşangeha ku Karlov lê hatibû kuştin hat binçavkirin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Organîzatorê pêşangeha ku Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov kê hate kuştin T.O û polêsekê li Midûriyeta Ewlehî ya Enqereyê wezîfedar hatin binçavkirin.

    Organîzatorê pêşangeha ku Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov kê hate kuştin T.O û polêsekê li Midûriyeta Ewlehî ya Enqereyê wezîfedar hatin binçavkirin.

    Li gorî nûçeya Fevzi Kizilkoyunê rojnameya Hurriyetê, lêpirsîna T.O li Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijterorê jêpirsîna wî didome. T.O piştî êrişê di daxuyaniyeke xwe de gotibû ‘me digot qey polêsê ku Andrey Karlov kuşt Mevlut Mert Altintaş parêzvan e û dibe berî kuştina Karlov bi 3 rojan Karlov hatibe Navenda Hûnerî ya Hemdem a Çankayayê.'

    Di lêpirsîna ku gelo Altintaş li Midûriyeta Ewlehî hatiye parastin an na de jî polêsekî ku li Midûriyeta Enqereyê wezîfedar bû hat binçavkirin.

    Polêsê ku Karlov kuşt Altintaş beriya suiqestê cara yekemîn di 14ê Mijdarê de bi telefonê ji bo 16ê mehê rezervasyon kir û piştî rojekê rezervasyona 16ê mehê betal kir, piştî rojekê dîsa geriya û ji bo 19ê Mijdarê roja suîqestê rezervasyon nû kir.

    Bi heman mijarî:

    Cesedê qatilê Karlov li goristana bêkesan hat binaxkirin
    Marina Karlova: Heke kujer Karlov nas bikira ew nedikuşt
    Ji bo sûiqesta Karlov 3 mufetiş hatin wezîfedarkirin
    Rûsya: "Wezîfeya me em suîqesta Karlov zelal bikin"
    Selvi: "Qatilê Karlov 7 caran Erdogan û Davutoglu parastiye"
    Etîketan:
    Qatilê balyozê rûsî, Mevlut Mert Altintaş, Andrey Karlov, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de