03:37 21 Tebax 2017
Zindî
    New York Times

    Tirkiye nûçegihanê New York Timesê dersînor kir

    © REUTERS/ SHANNON STAPLETON
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Wezareta Navxweyî destûr neda nûçegihanê rojnameya New York Timesê Rod Nordland têkeve Tirkiyeyê. Nordland roja şemiyê ji balafirxaneyê dîsa vegerandin Îngîltereyê.

    Wezareta Navxweyî destûr neda nûçegihanê rojnameya New York Timesê Rod Nordland têkeve Tirkiyeyê. Nordland roja şemiyê li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê daket bêyî ku daxuyaniyek were dayîn wî dîsa vegerandin Londraya Îngîltereyê.

    Rod Nordland, meha borî Tirkiye jî di nav de ji 150 welatî zêdetir nûçe nivîsandin. Rojnameya New York Timesê neqebûlkirina Nordland wekî perçeyekî guvaşa li ser rojnamevanên navxweyî û biyanî binav kir.

    Ji rayedarên Tirkiyeyê heta niha di derbarê mijarê de hê daxuyaniyek nehatiye dayîn.

    Li gorî nûçeya T24ê, polêsên sînor ji Nordland re gotine ‘ navê te di lîsteya Wezareta Navxweyî de ye lewma em nikarin destûra çûna te bidin.' Polêsên sînor Nordland bi balafira duyemîn vegerandin Londraya Îngîltereyê, lê polêsan ji bo neqebûlkirina Nordland tu sedem nîşan nedane.

     

     

    Bi heman mijarî:

    New York Times: Li Sûriyeyê Pentagon û CIA şer dikin
    New York Times: Hemû tirk DYAyê wek berpirsiyarê derbeyê dibînin
    New York Times: Rayedarên tirk nermijîn
    New York Times: Kîev li hemberî rojnamevanan şer da destpêkirin
    New York Times: Mûzakereyên Azadiya Ramanê bi zordaran re nayê kirin
    Etîketan:
    Nûçegihanê rojnameya New York Timesê, Wezareta Navxweyî ya Tirkiyayê, Rod Nordland, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de