20:32 17 Tebax 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Tura duyemîn a guherîna Destûra Bingehîn îro destpê dike

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2810

    Tura duyemîn a guherîna Destûra Bingehîn ku wê Pergala Serokatiyê bixwe re bîne îro destpê dike.

    Li gorî nûçeya rojnameya Haberturkê, CHPê tura yekemîn wê di tura duyemîn de jî bi metirsiya ku rejim diguhere û ev pergal rêya dîktatoriyetê vedike wê dîsa li dijî guherînê derkeve û di hevdîtinên parlamentoyê de dibe gengeşî derkeve.

    CHP bi biryar e ku pêşiyê li ber dengdayîna eşkere bigire. Herwiha li gorî nûçeyê AKP plan dike ku rojê 6-7 madeyan derbas bike û hetanî dawiya hefteyê hemû xalên guherînê yên Destûra Bingehîn ji parlamentoyê derbas bike.

    Piştî ku paketa guherîna Destûra Bingehîn di parlamentoyê de hat qebûlkirin herî dereng destpêka hefteyê ji bo erêkirinê wê here ber destê Serokomar Recep Tayyip Erdogan. Heke Erdogan di nava 1-2 rojan de erê bike dibe paket hetanî 26ê Edarê here referandumê. Di pêvajoyê de heke astengî derkevin wê dîroka referandumê bipaş bikeve.

    Bi heman mijarî:

    Guherîna Destûra Bingehîn îro li parlamentoyê destpê dike
    Kiliçdaroglu: "Ev guherîna rejimê ye ne ya sîstemê ye"
    Yildirim: "Ji sibê pê ve emê guherîna Destûra Bingehîn pêşkêşî parlamentoyê bikin"
    HDP ji hevdîtinên Destûra Bingehîn vekişiya!
    Canikli: "Hetanî 18-20 rojan wê hevdîtinên Destûra Bingehîn biqedin"
    Etîketan:
    Guherîna Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, AKP, CHP, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de