15:05 21 Tebax 2017
Zindî
    êrîşkarê Reînayê

    Selvi: "Jinekê êrişkarê Reînayê îxbar kir"

    © Foto: twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2210

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe de ragihand ku jinekê êrişkarê Reînayê Masharipov îxbar kir û hat girtin.

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe de ragihand ku jinekê êrişkarê Reînayê Masharipov îxbar kir û hat girtin, jixwe Midûrê Ewlehî yê Stenbolê Mustafa Çalişkan jî direktîfa ku êrişkar bi zindî desteser bikin dabû hêzên ewlehî.

    Abdulkdir Selvi di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Masharipov ji bo ku neyê desteserkirin 3 rojan carekê cih diguherand. Operasyona desteserkirina êrişkarê Reînayê 20 deqîqeyan domand. Hêzên Ewlehî dikarin di demeke kintir de jî operasyonê biqedînin. Lê wê demê dibû were kuştin û di destan de ji bo zelalkirina mijarê tu tişt di dest de ne dima. 3 rojên pêşî yên derbarê êrişkar de hê jî tarî ye."

    Selvi di dirêjiya gotara xwe de got: "êrişkar piştî qetlîamana Reînayê çawa reviya, xwe li kur veşart, li Stenbolê ji ceguhestina cihekî bo cihekî din çawa çû an jî ji terefê kê ve çû. Helbet di jêpirsînê de ev ê derkevin holê.Terorîst ji yekîneyên suîqest a rêxistina terorîst a DAIŞê ye û bi taybet hatiye perwerdekirin. Tenê ne ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo tekoşîna navneteweyî jî wê fêdeyeke mezin bide."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Qatilê Reînayê: Min ji Reqqayê pirsî û êrîş kir
    Sirê 3 jinên ku bi êrişkarê Reînayê re hatin girtin eşkere bû
    Wezîrê Tirkiyê desteserkirina êrîşkarê Reînayê pîroz kir
    Êrîşkarê Reînayê li Stenbolê hat desteserkirin
    ‘Terorîstê Reînayê êriş ji bo 150 hezar dolarî pêk ani'
    Etîketan:
    Desteserkirina êrişkarê Reînayê, Midûrê Ewlehî yê Stenbol, Êrişkarê klûba Reînayê, Mustafa Çalişkan, Abdulkadir Selvi, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de