01:24 20 Tebax 2017
Zindî
    êrîşkarê Reînayê

    Qatilê Reînayê: Min ji Reqqayê pirsî û êrîş kir

    © Foto: twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Êrîşkarê Klûba Reînayê yê şeva sersalê ku 39 kes kuştin, piştî ku şeva 17ê Rêbendanê hat desteserkirin di îfadeya xwe ya polîsan de got, “Çûm Taksîmê lê gelekî ewlekarî hebû. Min dîsa pêwendî bi kesê ferman dida re danî. Xwest ku li wê herêmê hedefekê bibînin. Reîna guncaw xuya dikir. Min kesê Reqqayê pirsî, wî jî qebûl kir.”

    Terorîstê DAIŞî Abdulgadir Masharipovê ku şeva sersalê li Klûba Reîna ya li Ortakoya Stenbolê bi keleşkofekê 39 kes kuştibûn, di derbirina xwe ya li navenda Emnîyeta Stenbolê de sûcê xwe qebûl kir û li ser hûrgiliyên êrîşê agahî dan.

    Li gor nûçeya pêyamnêrê Hurriyetê Çetîn Aydin terorîst Masharipov li kampên El Qaydê yên Afganîstanê perwerdeya çekan standiye û piştre jî derbasî refê DAIŞê bûye.

    'TAKSÎM NE GUNCAW BÛ ÇÛM REÎNAYÊ'

    Masharipov di derbirina xwe de piştrast kir ku ji Reqqayê fermana êrîşê standiye û li ser hûrgiliyên êrîşa demjimêrên ewil ên 1ê Rebendanê wiha axivîye:
    "Sala çûyî li ser fermanekê ji bo beşdarî şerê li Sûriyê bibim ji ser Îranê ve hatim Tirkiyê. Li Konyayê bi cî bûm. Dema li Konyayê bûm ji Reqqayê ferman ji min re hat. Ji min hat xwestin ku li Taksîmê çalakiyê bikim. Min dîmenên keşfê yên Taksîmê şandin. Li ser Taksîmê lihevkirin çêbû. Şeva sersalê hatim Taksîmê lê gelek bergirî hebûn. Ji nû ve min pêwendî bi kesê fermanê dide re çêkir. Me biryar da ku Taksîm ji bo çalakiyê ne guncaw e. Ez bi Taksîyekê li dor demjimêr 22.00yan li derdora perava behrê hinekî geriyam. Bergiriyeke zêde ya ewlekariyê xuya nedikir. Min ev agahî gihand kesê ku fermanê dide. Min got, Reîna guncaw e. Wî jî qebûl kir û xwest ez çalakiyê bikim. Ez jî bi Taksiyê hatim Zeytinburnuyê. Min çeka li mala ku lê dimam hilgirt, hatim Reînayê û min çalakiya xwe pêkanî."

     

    Bi heman mijarî:

    Obama cezayê Chelsea Mannîng kêm kir
    Ji 6 rojnamevanên binçavkirî 3 hatin berdan
    Balafirên koalîsyonê li mala şîniyê da: 8 sivîlan can da
    'Plana Barzanî û Ebadî di hevkariya pêşmerge û artêşa Iraqê de bi ser ket'
    Serokomarê Îsraîlê: Obama her tim piştevaniya Îsraîlê kir
    Etîketan:
    Derbirina terorîstê DAIŞê, Êrîşa reînayê, Qatilê Reînayê: Min ji Reqqayê pirsî û êrîş kir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de