10:33 19 Tebax 2017
Zindî
    Herêma Kurdistanê - Alaya Kurdistanê

    'Plana Barzanî û Ebadî di hevkariya pêşmerge û artêşa Iraqê de bi ser ket'

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6511

    Berdevkê Ofîsa Seroktiya Rêveberiya Herêma Kurdistanê Kefah Mehmûd got ku tevî hewildanên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî dîsa li demên dawî nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê zêde bûne.

    Kefah Mehmûd daxuyakirin, piştî pêşnîyara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku li aliyên siyasî yên herêmê kiribû nêzîkî çareseriya kêşeyan bûbûn, lê pêwîst e niha jî partiyên siyasî yên din pêşniyara xwe ya çareseriyê pêşkeş bikin.

    Mehmûd li ser pirsên Spûtnîkê rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê bi giştî nirxand û agahiyên girîng dan.

    'JI AVABÛNA IRAQÊ VE CARA YEKEM PÊŞMERGE Û LEŞKERÊN IRAQÊ HEVKARÎ KIR'

    Berdevkê Seroktiya Herêma Kurdistanê bal kişand ser ku piştî hatina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li şûna Nûrî Malikî di navbera Bexda û Hewlêrê de çareserkirina kêşeyan hêsantir bûye û li ser hevkariya operasyona Mûsilê wiha axivî: "Hevkarî û kordînasyona operasyona Mûsilê nîşaneya serkeftina plana Serok Barzanî û Serokwezîr Ebadî ya ji bo îstiqrarê ye. Îhtimal e ji avabûna dewleta Iraqê ve artêşa Iraqê cara yekemîn e bi hêzên pêşmergeyên kurd re hevkariyê dike. Di encama vê de jî serkeftinên girîng hatin bidestxistin."

    'BARZANÎ Û EBADÎ LI SER SERXWEBÛNÊ PEYIVÎN'

    Mehmûd got, "Di hevdîtinên serdana Barzanî ya Bexdayê de ku bi Serokwezîr Ebadî re û partiyên din ên siyasî re hatin kirin de, mijara serxwebûnê û di vê mijarê de çareseriya ku her du aliyan tetmîn bike hat rojevê. Bi nêrîna min serkeftinên Mûsilê mêweya yekem a vê hevkariyê ye. Herwiha piştî ku herêm ji terorîstan were paqijkirin, li ser avakirina komîteyeke bilind a hevpar ji bo rêveberiya Nînowayê li hev kirin."

    'BÊ REFERANDÛM ŞINGAL Û NÎNOWA NAYÊ GIRÊDAN'

    Kefah Mehmûd bal kişand ser, heta referandûm çênebe ne pêkan e Şingal û Deşta Nînowayê bi Herêma Kurdistanê ve were girêdan û li ser nakokiyên ku bibe sedema şerekî di navbera aliyan de da zanîn, nîqaşên têne kirin dê negihîjin asta şerekî çekdarî û sedema tevdana nakokiyan jî derketina hûrgiliyên radestkirina Mûsilê bo DAIŞê ye.

    'MALIKÎ Û DERDORA WÎ NAXWAZIN MÛSIL WERE AZADKIRIN'

    Mehmûd di berdewamê de destnîşan kir, "Derdora Nûrî Malikî û hin generalên nêzî wî yên di artêşa Iraqê de hiştine ku Mûsil, Şingal û Selahaddîn radestî DAIŞê were kirin û dibe ku ew niha ji ber planên wan ên nepenî naxwazin Mûsil were azadkirin û tawanên wan derkevin holê."

    'BARZANÎ JI BO PARTÎ NAMZEDÊ XWE DIYAR BIKIN POSTA SEROKTIYÊ BERDIDE'

    Berdekvê Seroktiyê li ser hewildanên bo çareserkirina qeyrana siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê jî daxuyanî dan û li ser hewildanên bo bicîanîna pêşniyara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha axivî: "Serok Barzanî bi qasî mehek berê pêşniyar li partiyên siyasî kir. Li gor vê pêşniyarê ji bo ew partî namzedê xwe yê seroktiyê derbixin erka xwe berdide. Barzanî got ku ew amade ye piştgiriya wî namzedî bike. Li gor vê hewildanê, pêwîst e serokê nû yê parlamenê were tayînkirin, hikûmet were fesihkirin û hikûmeta nû were avakirin. Ev peyama Barzanî bo hemû aliyên siyasî bû. Partiya Demokrata Kurdistanê beriya sersalê bi hemû hêzên din ên siyasî re hevdîtinên çalak pêk anîn. Dê van rojan jî bi partiyên din re gera dîyalogê destpê bike."

    'BARZANÎ KARÊ PARTIYÊN DIN HÊSAN KIR'

    Mehmûd li ser pêşniyara vekişîna ji seroktiyê ya Barzanî jî nêrîna xwe wiha anî ziman: "Du wateyên vê hewidanê tune ne. Niha gog di destê partiyên mezin ên siyasî de ye. Ez li vir qala Partiya Îslamîya Kurdistan, Yekgirtû û Gorranê dikim. Divê niha ew bikevin nav hewildanê. Serok bi vê pêngava xwe karê wan hêsan kir."

     

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Îsraîlê: Obama her tim piştevaniya Îsraîlê kir
    'Divê kongre îdiayên ser Trump lêkolîn bike'
    Aliyên siyasî yên Filîstînê li Moskowê li hev kir
    Serokê Gambiyayê ku nexwest dest ji kar berde rewşa awarte ragihand
    Li Enqereyê teqîn çêbû
    Etîketan:
    Malikî, Ebadî, Berdevkê Ofîsa Seroktiya Herêma Kurdistanê, Kefah Mehmûd, Iraq, Herêma Kurdistanê, Barzanî, Herêma Kurdistanê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de