15:43 25 Gulan 2018
şer - pevçûn - polês - êriş - operasyon

Li Tirkiyê di hefteya dawî de 1330 kes hatin desteserkirin

© Sputnik /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Di hefteya dawî de bi tohmeta têkildariya 'bi rêxistinên terorê re' li Tirkiyê 1330 kes hatine desteserkirin û 460 ji wan jî hatine girtin.

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê derbarê hejmarên desteserkirin û girtinên hefteya dawî yên li Tirkiyê aşkere kir. Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê di yek hefteyê de bi tohmeta peywendiya bi PKK an jî KCKê re heye 419 kes hatine desteserkirin û 40 ji van hatine girtin.

Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku 72 kes ji ber têkiliya wan bi DAIŞê re heye hatine desteserkirin û 15 ji wan hatine girtin. 839 kes jî ji ber têkiliya bi FETO/PYDê hatine desteserkirin û 405 kes jî hatine girtin.

Li gorî heman daxuyaniyê di navbera 09 û 16ê Rêbendana 2017an de hêzên ewlekariyê li Tirkiyê û bajarên kurdan 222 operasyon pêk anîne. Di van operasyonan de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, 3 kes teslîm bûne û 6 kes jî hatine girtin ku Wezaret van kesan weke endamên PKKê binav dike.

Dîsa hêzên ewlekariyê di yek hefteyê de 2 hezar û 513 koçberên dijyaseyî û 42 qaçaxçî jî desteser kirine ku 17 qaçaxçî hatine girtin.

Bi heman mijarî:

Hevşaredarên Nisêbînê hatin desteserkirin
2 kurdên Îranê li Mêrdînê ji aliyê hêzên Tirk ve hatin desteserkirin
Li Tirkiyê operasyona DAIŞê: 10 çeçenî hatin desteserkirin
4 leşker bi îdiaya ku agahî dane TAK'ê hatin desteserkirin
Serokê PAKURDê û rêveberên DBPê hatin desteserkirin
Xwendekarê bi îdiaya "propagandaya PKKê" hatibû desteserkirin, hat berdan
Etîketan:
girtin, desteserkirin, Penaber, Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, DAIŞ, FETO/PDY, KCK, PKK, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de