02:33 13 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Madeya 12emîn ya Destura Bingehîn hate pejirandin

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Encûmena Giştî ya Parlementoyê, madeya 12emîn ya têkildarî Rewşa Awarte, bi 344 dengan hate pejirandin.

    482 parlementer beşdarî dengdayînê bûn. Ji wan 482 parlmeneteran 344  ji wan dengê erê û 133 ji wan jî dengê na dan pêşniyariya guherîna madeya 12emîn. Herwiha 2 dengên vala û 3 jî yên betalbûyî hebûn.

    Li gorî madeya 12emîn serokomar di dema bobelata, nexweşiyan an di rewşa qeyrana aborî û hemû talukeyên li ser welêt wê karibe Rewşa Awarte ragihîne.

    Dema Rewşa Awarte wê 3 mehan nebihure. Herwiha dema hate ragihandin wê li Rojnameya Fermî bê weşandin û di heman rojê de pêşkêşî parlementoyê bibe.

    Ger parlmento di betlaneyê de be jî wê bi awayekî lezgîn vebe û biryara derbarê Rewşa Awarte de bê dayîn.

    Parlemento wê karibe dema Rewşa Awarte dirêj an jî kin bike an jî bi temamî rake.

    Li ser daxwaza serokomar, bi şertê ku 4 mehan nebihure, parlemento wê karibe her carê dema Rewşa Awarte dirêj bike. Lê di demên şer de wê ev merc ne bihurbar be.

    Bi heman mijarî:

    Di guhertinên destûra Tirkiyê de madeya 'Parlamentariya Yedek' betal bû
    Li Sakaryayê di xwîna 10 kesan de madeya radyoaktif hate tespît kirin
    Etîketan:
    madeya 12, erêkirin, parlementoya tirkiyeyê, dengdayîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de