15:31 19 Mijdar 2017
Zindî
    balyozxaneya filîstînê ya li vatîkanê

    Filîstîn li Vatîkanê balyozxane vekir

    © REUTERS/ Max Rossi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Piştî ku Vatîkan Filîstînê wekî dewlet naskir û pê ve, Filîstîn jî li Vatîkanê balyozxaneya xwe vekir.

    Serokê Filîstînê Mehmûd Ebbas îro çû Vatîkanê û li gel Papa Francîs civiya. Piştî hevdîtinê Abbas balyozxaneyê bi awayekî fermî vekir.

    Vatîkan bi peymaneke ku di sala 2016an de kete meriyetê, Filîstînê wekî dewlet naskiribû. Ev peymana ku tê de behsa xebat û statuya Dêra Katolîk ya li Filîstînê dike, bûbû sedema bertekên Îsraîlê.

    'EM HÊVÎ DIKIN KU WELATÊN DIN JÎ VATÎKANÊ JI XWE RE BIKIN MÎNAK'

    Piştî peymanê, Filîstînê jî biryara vekirina balyozxaneyê li Vatîkanê da û îro bi awayekî fermî vekir. Abbas dema balyozxaneyê vekir û hin peyam jî da û got: 'Ev rewş,  nîşaneya hezkirina Papa ya li hember gelê Filîstîn û aştiyê ye.'

    Ebbas di dirêjahiya axaftina xwe de destnîşan kir û got: 'Em hêvî dikin ku welatên din jî Vatîkanê ji xwe re bikin mînak û Filîstînê nas bikin.'

    Bi heman mijarî:

    Filîstîn: Em amade ne dest bi muzakereyan bikin
    Filîstîn: Biryara NYyê dijî polîtîkaya Îsraîlê şeqameke mezin e
    Filîstîn dê bibe endamê INTERPOLê!
    Filîstîn: '7 kuştî û bi 100an birîndar'
    Etîketan:
    filîstîn, şerê siyasî, balyozxane, mehmûd ebbas, papa francîs, vatîkan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de