01:11 23 Adar 2017
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: Amerîka PYDê bixwaze Astanayê bila DAIŞê vexwîne

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)
    0 7101

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihad ku ew dê Amerîkayê vexwînin hevdîtinên Astanaya paytexta Kirgizîstanê ku li ser krîza Sûriyê pêk tên û li ser daxuyaniyên Amerîkayê yên ser beşdarbûna PYDê got, 'Naxwe bila DAIŞê jî vexwînin Astanayê.'

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got ku dê YPG bi ti awayî beşdar nebe û wiha axivî: "Em ê Amerîkayê vexwînin hevdîtinên Astanayê."

    'NAXWE BILA AMERÎKA DAIŞÊ JÎ VEXWÎNE ASTANAYÊ'

    Çavuşoglu li konferansa balyozan bal kişand ser ku ‘dê YPG bi ti awayî di civînên Astanayê de cî negire' û li ser gotinên Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Mark Toner ku behsa beşdarbûna PYDê kiribû got, "Naxwe bila Amerîka DAIŞê jî vexwîne."

    'RÛSYAYÊ AMERÎKA VEXWEND ASTANAYÊ'

    Rojnameya Washington Postê belav kiribû ku Rûsyayê rêveberiya Trump ji bo beşdarbûna civînên Astanayê vexwendiye, lê nayê zanîn rêveberiya Trump biryara beşdarbûnê dide yan na.

    CIVÎNÊN ASTANAYÊ 23YÊ RÊBENDANÊ DEST PÊ DIKIN

    Civînên paytexta Kirgizîstanê Astanayê ku bi mebesta çareserkirina siyasî ji bo krîza Sûriyê têne lidarxistin, bi pêşengiya Tirkiye û Rûsyayê pêk tên ku piştî wergirtina posta seroktiyê ya Donald Trump bi 3 rojan anku 23yê Rêbendanê dest pê dikin.

     

     

    Mijar:
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)

    Bi heman mijarî:

    Filîstîn li Vatîkanê balyozxane vekir
    150 DAIŞî li Kerkûkê hatin binaxkirin
    Desteya Rêveberiya Federaliya Bakurê Sûriyê: Encama civîna Astanayê me eleqedar nake
    Ji îstixbarata Alman bo Rûsyayê sûcdarî
    Zeybekçî: Di pêwendiyên Rûsyayê de hemû sererastkirin pêk hatin
    Etîketan:
    Civînên Astanayê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu, Trump, Amerîka, Rûsya, YPG, PYD, rûsya, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de