09:23 28 Nîsan 2017
Zindî
    ئالا داعشێ

    150 DAIŞî li Kerkûkê hatin binaxkirin

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Li gorî agahiyên hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê îro 150 DAIŞî li Kerkûkê hatin binaxkirin.

    Li gorî agahiyên Midûrê Ewlekariya Kerkûkê Serhad Kadîr daye Rûdawê îro 150 DAIŞî ji aliyê şaredariyê ve li Goristana Pence Elî hatin binaxkirin.

    Kadîr derbarê rewşê de got: 'DAIŞiyên ku hatin binaxkirin di encama şerê li dijî pêşmerge û hêzên ewlehiyê de hatin kuştin. Cenazên wan li ji serê demekê ve li Saziya Tipa Dadî dihate rawestandin, lê tu kes li cenazeyan xwedî derneketin. Ji ber vê yekê ew îro hatin binaxkirin.'

    Berpirsiyarê Goristanên Kerkûkê Şêx Elî jî destnîşan kir ku ew ji binaxkirina terorîstan ya li goristanê gelekî aciz in, lê divê li gorî yasayan tevbigerin û wan binax bikin.

    Bi heman mijarî:

    Koçberên Kerkûkê ji bo pereyan zarokên xwe dizewicînin
    Walîyê Kerkûkê: Divê operasyona Hewîceyê neyê biderengxistin
    ‘Li Kerkûkê kuştinên ji ber pirsgirêkên civakî zêde bûne'
    Li Kerkûkê teqîn çêbû
    Etîketan:
    goristana kerkûkê, daiş, kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de