23:59 21 Sibat 2017
Zindî
    Li navçeya Şêrwanê ya Sêrtê di kana madena sifirînê de hezaz çêbû

    Yildirim: Li şûna 450 karkerên Şêrwanê 450 karkerên Çînê anîn

    © REUTERS/ Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 81 0 0

    Parlamentarê HDPê yê Sêrtê Kadrî Yildirim li civîna rojnamevanî ya parlamena Tirkiyê li ser wergirtina karkerên Çînî li şûna yên Sêrtê li Kaneya Şêrwanê ku 16 kesan tê de can dabû axivî.

    Kadrî Yildirim bal kişand ser rûdana hilweşîna kaneya Şêrwanê ku 16 karkeran tê de can dabû û got, li şûna 450 karkerên ji kar hatine avêtin ji welatê Çînê 450 karker anîne û ji wan 150 karkeran jî dest bi kar kiriye.

    Yildirim daxuyakirin, piştî rûdana hilweşîna kaneya Şêrwanê ya 17ê Mijdara 2016an 31ê Berfanbarê peymana kar a 450 karkeran hatiye betalkirin û got, "Li gor agahiyên li ber destê me, li şûna 450 karkeran ji Çînê 450 karker anîne û ji wan 150 kesan jî bi fermî dest bi kar kirine. Bi vî awayî hem îxrackirin hem jî îtxalkirin di heman demê de hatiye pêkanîn."

    YİLDİRİM: KOMPANIYA KU ÎHMALKARÎ KIR YA DILÊ XWE KIR

    Parlamentarê HDPê bi bîr xist ku li gor raporên pisporan di hin cîyên kaneyê de derz hebûn û ligel agahdarkirina rayedaran jî pêşiya wê nehatiye girtin û cihên derz li kaneyê bi heriyê hatine girtin.

    Yildirim li ser kompaniya kaneyê ku karker ji kar avêtine jî wiha axivî: "Kompaniya ku îhmalkarî kiriye, ji ber ku ti sizayek bo wan nehat dayîn bi ya dilê xwe kir û karkerên kaneyê xist nav karwana bêkaran. Ez hêvî dikim birayên me yên karker ku ji kar hatine avêtin ji nû ve li karê xwe vegerin."

     

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Iraq bi şerê DAIŞê hemû welatên herêmê diparêze
    Washington Post: Rûsyayê rêveberiya Trump vexwend hevdîtinên Astanayê
    'Dê Behra Spî bibe behreke hundirîn û Tirkiye jî di nav parzemîna Amasia de bimîne'
    Li nexweşxaneyeke Stenbolê şewat derket
    3 tohmetbarên kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê hatin berdan
    Etîketan:
    Karkerên Çînî, Kaneya Şîrwanê, Parlamentarê HDPê Kadri Yildirim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de