09:19 28 Adar 2017
Zindî
    Heyder el Ebadî

    Ebadî: Iraq bi şerê DAIŞê hemû welatên herêmê diparêze

    © AP Photo/ Stefan Wermuth
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî eşkere kir ku ji ber şerê DAIŞê 35 milyar dolar zirar gihîştiye Iraqê û got, 'Iraq bi şerê DAIŞê ewlekariya hemû welatên herêmê diparêze.'

    Serokwezîrê Iraqê Ebadî li "Kongreya Diyaloga Bexdayê' ku bi beşdariya 8 welatan li ser têkoşîna dijî DAIŞê tê sazkirin û 2 rojan dom dike axivî.

    Ebadî di gotara xwe de bal kişand ser şerê dijî DAIŞê û got: "Hinek welat Iraqê weke metirsî dizanin. Lê Iraq şerê DAIŞê dike û bi vî awayî ewlekariya welatên herêmê jî diparêze."

    Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku ji bilî Artêşa Iraqê ti hêzeke din li ser erdê şerê DAIŞê nake û ziyana şerê DAIŞê ya ji bo Iraqê jî bûye 35 milyar dolar.

    'IRAQ NE TENÊ WELATÊ ŞÎEYAN E'

    Ebadî li ser nakokîyên mezhebî li Iraqê jî rawestiya da zanîn ku DAIŞê hewl daye di navbera mezheban de nakokiyan derbixe, lê jiyana bi hev re û di nava aştiyê de bersiva herî baş e ji bo DAIŞê û got, ‘Di nêrîna dewletê de tolhildan nîne. Iraq tenê ne welatê şîeyan e, divê hemû kes dest ji parçekirina mezhebî berde.'

    EBADÎ: DIVÊ TENÊ HÊZÊN FERMÎ ÇEKAN HILGIRIN

    Serokwezîrê Iraqê herwiha daxwaz kir ku divê tenê artêş û hêzên fermî yên ewlekariyê çekan hilgirin.

    Kongreya ku li Civata Nûneran a Iraqê birêve diçe li Zanîngeha Bexdayê tê lidarxistin û Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê, şandeke nûnerên Herêma Kurdistanê, nûner û balyozên welatên cîran û herwiha yên Misr û Lûbnanê jî tê de amade dibin.

     

    Bi heman mijarî:

    'Dê Behra Spî bibe behreke hundirîn û Tirkiye jî di nav parzemîna Amasia de bimîne'
    Li nexweşxaneyeke Stenbolê şewat derket
    3 tohmetbarên kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê hatin berdan
    Şivan Perwer: Medya ya kurd ambargo daniye ser min
    Senetoya Amerîkayê qanûna bergiriyên hemberî çapameniya rûsî qebûl kir
    Etîketan:
    Konferansa Dîyaloga Bexdayê, Heyder el Ebadî, Iraq, Rojhilata NAvîn, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de