18:58 29 Hezîran 2017
Zindî
    garo paylan

    Gotina 'Qira Ermenan' li parlamentoya Tirkiyê sedema aloziyê

    © zete.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Gotinên parlamentarê HDPê yê Stenbolê Garo Paylan ên li ser ‘Qira Ermenan’ alozî derket û parlamenê navber da hevdîtinên guhertina qanûna destûra Tirkiyê.

    Paylan ku bi eslê xwe Ermen e li dema hevdîtinên Civata Giştî ya Parlamena Tirkiyê mafê axaftinê xwest û got, "Di navbera salên 1943-1923yan de Ermen, Suryan, Rûm û Cihû li ser van axan hatine windakirin. Bi qetlîam û qirkirinan yan ji ser van erdan hatin sirgunkirin yan jî rûbirûyî pevguhertinê bûn."

    Li ser gotinên Paylan Wekîlê Serokê Parlamenê Ahmet Aydin bertek nîşan da û daxwaza lêborînê jê hat kirin.

    'WERIN EM BI HEV RE NAVEKÎ LÊ BIKIN'

    Garo Paylan li ser gotina xwe ya ‘Rastî komkujiyê hatine' ma û wiha axivî: "Heyamekê em 40 bûn, em niha ji hezarî yek in…Ez vê wek komkujî bi nav dikim, hûn çi dibêjin bibêjin jê re. Em hemû bi hev re nav lê bikin û di rêya xwe de biçin. Gelê Ermen pir baş dizane bê çi hatiye serê wan. Ez baş dizanim bê çi hatiye serê bav û bapîrên min. Werin hûn navekî lê bikin û em hemû rûbirûbûnekê bikin. Êdî em tune têne hesabandin, em bûne ji hezaran yek."

    Li ser gotinên Paylan parlamenê navberek da ku jê lêborîn hat xwestin. Piştre ji parlamentarê HDPê re ji bo beşdarnebûna 3 rûniştinên parlamenê siza hat dayîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Obama sepandina toleyên ser Rûsyayê salekê dirêj kir
    Dîmenên 1913an ên balyozxaneya Tirkiyê ya Moskowê hatin weşandin
    Tirkiye: Li Antalyayê 2 erdhej li pey hev çêbûn
    'Îran ji nêzîkbûna Tirkiye û Rûsyayê aciz e'
    Rûsya, Tirkiye û Îran li Moskowê civiyan
    Etîketan:
    Garo Paylan, Qira Ermenan, Parlamena Tirkiyê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de