14:35 23 Sibat 2017
Zindî
    Sînorê Tirkiye û Îranê

    'Îran ji nêzîkbûna Tirkiye û Rûsyayê aciz e'

    © AFP 2016/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 53 0 0

    Rayedarekî Wezareta Derve ya Tirkiyê ku nexwest navê xwe bide ragihand ku nêzîkbûna Tirkiye û Rûsyayê ji Îranê re acizî çêkiriye.

    Rayedarê tirk daxuyakirin ku ew hêvî dikin neliheviyên xwe yên li herêmê kêm bikin û wiha axivî: Her çiqas her du welat ji hêla herêmî ve xwedî nêrînên cuda bin jî naxwazin angajmana wan qut bibe. Hedefa me ew e ku em van cudahiyên xwe heta ji me were kêm bikin. Îranî jî heman tiştî dibêjin.'

    'PÊWÎST E ÎRAN JÎ ÇI DIKEVE SER BIKE'

    Karbidestê tirk xurtkirina dîyaloga bi Îranê re ya ji meha Tebaxa 2016an ve bi bîr xist û got ku me encama wê (rêkeftina Moskowê) wergirt. Lê belê em ji niha ve nikarin wek serkeftineke mezin binirxînin, lewra pêvajoyeke şikestok e. Em tiştê ji destê me tê dikin, em dibêjin, pêwîst e îran jî ya ku dikeve ser bike.'

    Rayedarê tirk destnîşan kir ku Îran ji operasyona Mertala Firatê ne kêfxweş e û bal kişand ser ku Îran ji hebûna wan a li wê derê nerehet e.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, Tirkiye û Îran li Moskowê civiyan
    Amerîka: Hevdîtinên ji bo piştgiriya El Babê bi Tirkiyê re didomin
    Marina Karlova: Heke kujer Karlov nas bikira ew nedikuşt
    Pentagon: Me rêkeftina ewlehiya firînê li Sûriyê bi kêfxweşî pêşwazî kir
    Amerîka: Me hêj vexwendinek fermî ji bo hevdîtinên Astanayê ne standiye
    Etîketan:
    Rûsya û Tirkiye, Îran, Tirkiye, Mertala Firatê, Îran, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de