05:49 21 Tebax 2017
Zindî
    Sûriye

    Rûsya, Tirkiye û Îran li Moskowê civiyan

    © AFP 2017/ Vasily Maximov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Li Moskowê heyetên Rûsya, Tirkiye û Îranê hatin ba hev û li ser amadekariyên civînên paytexta Kirzgizîstanê Astanayê lutkeyek saz kirin.

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand di lutkeya sêberî ya Moskowê de Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê rûsyayê Mihail Bogdanov, Serokê Beşa Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur ê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Sergey Verşinin, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Caberî Ensarî û Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Sedat Onal beşdar bûn.

    JI CIVÎNA MOSKOWÊ NÊRÎNA HEVPAR DERKET

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li ser kêşeyên li ber amadekariyên civînên Astanayê yên 23yê Rêbendanê gotûbêj hatin kirin û wiha hat gotin: "Nêrîna hevpar a li ser forûma Astanayyê ji bo îstiqrar û mayîndekirina agirbesta Sûriyê, têkoşîna berdewam a li dijî komên terorîst yên di lîsteya NYyê de cî digirin û lezkirina çareseriya siyasî ya bo Sûriyê hat parvekirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Marina Karlova: Heke kujer Karlov nas bikira ew nedikuşt
    Pentagon: Me rêkeftina ewlehiya firînê li Sûriyê bi kêfxweşî pêşwazî kir
    Amerîka: Me hêj vexwendinek fermî ji bo hevdîtinên Astanayê ne standiye
    Dadgeha Yûnanîstanê ji bo 4 leşkerên darbekar biryar da
    Ji rojnamegerê brezîlî bo Sîmonyan: ‘Çiqas zexm e lê.'
    Etîketan:
    Rûsya, Îran, Tirkiye, Civîna Moskowê, TIrkiye, Îran, rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de