15:59 14 Kanûn 2017
Zindî
    Thersa May

    May: Ji bo Astanayê girîng e ku Rûsya û Tirkiyê hêza xwe bikar bînin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)
    0 0 0

    Serokwezîra Qralîyeta Yekgirtî Brîtanyayê Theresa May, bal kişand ser agirbesta Sûriyê û civînên dahatu yên Astanayê û got, ‘Em agirbestê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Di hevdîtinên ku dê vê mehê pêk werin de li gor girêdana bi agirbestê ve girîng e ku Rûsya û Tirkiye hêza xwe bikar bînin.’

    Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May, di civîna rojnamevanî ya hevpar ku li Londonê tevî hevtayê xwe yê New Zelandê Bill English saz kir de got, ‘Em agirbesta Sûriyê ya heyva borî ya şikestok, bi kêfxweşî pêşwazî dikin.'

    'EM PIŞTGIRIYA XEBATÊN VEGERA MUZAKEREYAN DIKIN'

    May bal kişand ser civînên paytexta Kirgizîstanê Astanayê û wiha axivî: "Ji bo şertên guncaw ji civînên Astanayê ku dê vê mehê werin çêkirin pêk werin, girêdana bi agirbestê re û bikaranîna hêza Rûsya û Tirkiyê girîng e. Em piştgiriya xebatên ji bo vegera muzakereyan têne kirin dikin."

    Serokwezîra Brîtanyayê Maş li ser pêvajoya Brexitê da zanîn ku ew dê di dawiya meha Adarê de Madeya 50. Ya Peymana Lîzbonê bi fermî bixin merîyetê û got, ‘Hefteya pêşiya me ez ê mebestên me yên ji bo muzakereyan ragihînim.'

     

    Mijar:
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)

    Bi heman mijarî:

    "Amerîka ji serkeftinên Muhafizên Şoreşê ya li Sûriyeyê û Iraqê aciz e"
    Peskov: Ne pêwîst e, em derbarê îdiayên têkiliyên me û Trump de biaxivin
    "Hevbendê DYAyê kî ne, kurd in an Tirkiye ye?"
    "Mijara herî girîng yê hevdîtinên Astanayê divê agirbesta li Sûriyeyê be"
    Pêşveçûna Hêzên Iraqê ya li Mûsilê dewam dike
    Etîketan:
    Agirbesta Sûriyê, Civînên Astanayê, Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May, Tirkiye, Rûsya, Sûriye, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de