10:28 22 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên Îranê

    "Amerîka ji serkeftinên Muhafizên Şoreşê ya li Sûriyeyê û Iraqê aciz e"

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Rojnamevanê îranî Hasan Şemşadî pêşnûmeya Senetorên Amerîkayê ya derbarê Muhafizên Şoreşa Îranê têxin lîsteya terorîstan nirxand û ragihand ku ev yek berteka serkeftinên li Sûriye û Iraqê ya Muhafizan bidestxistin e.

    Şemşadî destnîşan kir ku ev 6 sale Amerîka dixwaze rêvebirya Sûriyeyê hilweşîne, lê têkoşîna dijî DAIŞê ya Muhafizên Şoreşê û piştgiriya xwe ya bo gelê Sûruyeyê planên Amerîkayê têk birine. Herwiha mîlîtanên DAIŞê ku Amerîka wan biçek kirin, li hemberî hêzên milîsan ên ku Muhafizên Şoreşê şewirmendiya wan kir, ji paşve vekişiyane.

    Şemşadî, sedemên aciziya Amerîkayê wiha bilêv kir û got: ‘Siyasetmedarên amerîkî ji jimara Muhafizên Şoreşê ya li herêmê dilxweş nînin. Amerîka ji piştgiriya Mihafizên Şoreşê bo Hîzbûllahê û leşkerên Filîstînê jî aciz dike. Ji ber vê yekê bi pêşnûmeya ku hat pêşkeşkirin Amerîka armanc dike bandora Muhafizên Şoreşê kêm bike û divê navberê de pergala dewleta Îranê jî xirab bike.'

    Rojnamevanê îranî eşkere kir ku 40 salê Amerîka heman rêbaz ji aliye Washingtonê ve tê birêvebirin û wiha pê de çû: ‘Dê hewldana senetorên amerîkî wekê bere têk biçe.'

    Senetorê Partiya Komarparêzan Ted Cruz û Endamê Meclîsa Nûneran Michael McCaul pêşnûmayek pêşkeşî Kongreyê kiribûn ku Muhafizên Şoreşê ya Îranê têxin lîsteya terorîstan.

    Bi heman mijarî:

    Rêxistina Efûyê: ‘Muhafizên sînor ên Tirkiyeyê pênaberên sûriyeyî dikujin'
    "Lihevkirina navbera Rûsya û Tirkiyeyê wê ji ya Amerîkayê bandortir be"
    Yek ji dostê herî nezîk ê Donald Trump: Gelê Amerîkayê rêzê ji gelê Kurd re digire
    Amerîkayê berpirsiya xwe ya kuştina 33 sivîlan li Afganîstanê ragihand
    Amerîkayê biryara sepandinê bo Artêşa Sûriyeyê da
    Zaxarova: Moskow amade ye bi Amerîkayê re diyaloga xwe ya normal bidomîne
    ‘Trump ne ajanê me ye, serokê Amerîkayê ye’
    Etîketan:
    muhafiz, şoreş, acizî, teroîrst, lîste, pêşnûma, serkeftin, DAIŞ, Hasan Şemşadî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de