11:24 23 Çile 2017
Zindî
    Şervanekî YPG li ber tankeke Tirkiyeyê di dema kolandina gora sultanê Osmanî li nêzîkî gundê Eşmeyê

    "Hevbendê DYAyê ne, kurd in an Tirkiye ye?"

    © AP Photo/ Mursel Coban, Depo Photos
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 84 0 0

    Nivîskarê Enstîtuya Washingtonê Fabrice Balanche nivîseke bi navê "Şerê Babê, rageşiya DYA û Tirkiyeyê zêde dike" nivîsî û tê de diyar kir ku DYA li pêşberî hevsengiyeke dijwar e bê gelo "divê piştgiriya xewna kurdan a xweseriyê bike yan jî piştgiriya hevbendê xwe Erdogan bike."

    Balanche di malpera Enstîtuya Washingtonê de nivîseke bi navê "Şerê Babê, rageşiya DYA û Tirkiyeyê zêde dike" nivîsî û tê de bal kişand ser gefên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li NATOyê xwarin ku 5ê Rêbendana 2017an gotibû, ew ê Incirlikê bigirin, ji ber hêzên hevpeymanê piştgiriyê nadin operasyona wan a Babê. Balanche nivîsa xwe wiha dewam kir: "Ev şer (yê Babê) dê Wahsingtonê deyne ber durêyaneke zehmet bê hevbendê wê yê giring di şerê li dijî DAIŞê de, kî ye. Kurd in an Tirkiye ye?

    "TIRKIYEYÊ BI TEVAHÎ 173 SIVÎL KUŞTINE"

    Nivîskarê Enstîtuya Washingtonê destnîşan dike, şerê Babê dê ji yê Cerablusê dijwartir be û kuştina 14 leşkerên tirk di 22ê Berfanbara 2016an de û şewitandina du leşkerên wan bi saxî bi bîr tîne û wiha dewam dike: "Tirkiyeyê bersiva vî tiştî da û balafirên Tirkiyeyê bajarê Babê bombebaran kir ku di encamê de 72 sivîl di 23ê Berfanbarê de kuştin. Li gorî raportên Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûrî, bi tevahî 173 sivîl Tirkiyeyê li ser Babê hatine kuştine di encama operasyonên ji 14ê Mijdarê ve tên kirin".

    YPG
    © Foto: AFP 2016/ DELIL SOULEIMAN
    "HSDÊ JI BO SIVÎL NEYÊN KUŞTIN, GELEK QURBANÎ DAN"

    Herwiha nivîskar balê dikişîne ser daxuyaniyên Erdogan ên 4ê mehê ku gotibû, operasyona Babê dê di demeke kurt de bi dawî bibe û şandina 8 hezar leşkerên tirk bo wê derê û wiha dibêje: "Ev nêzîkatî vê pirsê bi xwe re tîne bê gelo Tirkiye dê rê li ber kuştina sivîlan bigire yan na û eger ew ê bigire, gelo dê çawa bigire."

    Balanche diyar dike ku operasyona Babê nikare zû xelas bibe û wê û ya Minbicê ku HSDê rizgar kiribû dide ber hev û wiha dibêje: Baş tê zanîn, gava HSDya kurd pêşengiya wê dikin, Minbic dorpêç kir, bi baldariyeke zêde tevgeriya ta ku sivîl neyên kuştin û qurbanî kêm bibin lê di encama wê de gelek wendahî dan."

    "PÊBAWERIYA ERDOGAN Û PIRSA DIJWAR A LI PÊŞIYA DYAYÊ"

    Ji aliyê din ve nivîskar teqez dike ku dibe şerê Babê bandorê li ser baweriya raya giştî ya Tirkiyeyê bi Erdoganî bike û wiha dibêje: Sedema sereke ya operasyona Babê ew e ku nehêle herdû kantonên mezin ên kurdan bigihêjin hev ku rêya sereke ye di navbera wan de."

    Balanche gefên Erdogan ên êrîşa ser Minbicê piştî kontrolkirina Babê bi bîr tîne û wiha dibêje: "Daxwaza derketina kurdan ji Minbicê, cihê nîgeraniyê ye ji DYAyê re, ji ber şiyana wan a pesendkirî li dijî DAIŞê".

    "DIBE KURD Û TIRKIYE RASTERAST ŞERÊ HEV BIKIN"

    Nivîskarê Enstîtuya Washingtonê eşkere dike ku Tirkiye dê bi her awayî Babê bistîne, heta eger gelek sivîl bên kuştin jî û teqez dike ku heta wê çaxê, eger kurd ji Minbicê derneketibin, dibe Tirkiye êrîşî wê derê bike û wiha pê de diçe: "Washington li pêşberî ihtimaleke wiha dimîne ku komkujiyeke mezin li dijî sivîlan pêk were û kurd û tirk rasterast şerê hev bikin".

    Ji aliyê din ve, nivîskar diyar dike ku DYA piştgiriyê bide Tirkiyeyê li Babê, dibe rê li ber kuştina sivîlan bigire û Tirkiyeyê teşwîq bike ku bêtir şerê DAIŞê bike.

    "PIŞTGIRTINA XEWNA KURDAN YAN ERDOGAN?"

    Balanche teqez dike ku gelekî giring e, kurd û tirk rasterast şerê hev nekin û wiha dibêje: "Lê ev nêzîkatî(piştgiriya Erdogan li Babê) dibe bihêle Erdogan sûdê ji serkeftina Babê bigire û êrîşî Minbicê bike yan jî heta êrîşî baregeha sereke ya HSDê —Girê Spî- bike. Ev senaryo jî dikare rê li ber xewna kurdan a xweseriyê li Sûriyeyê bigire."

    Nivîksara nivîsa xwe bi vê pirsyarê bi dawî dike: "Divê rayedarên amerîkî baş bifikirin bê piştgirtina xewna kurdan ji parastina hevbendê DYAyê Erdogan giringtir e yan na".

     

    Bi heman mijarî:

    Sputnik, naveroka dokumena şandeya Rojava aşkere dike ku radestî rayedarên rûs kirine
    'Mûçeyên 4 hezar karmendên Rojava hat birîn'
    Sewqiyata leşkerî ya Artêşa tirk a ser sînorê Rojava berdewam dike
    Li Rojava wesayetek bombebarkirî hate bidesxistin
    Asayîşa Rojava: Di sala 2016an de 45 teqîn pêk hatine
    Rewşenbîrên Rojava, dê Rojava wek navekî taybet di xebatên xwe de bi kar bînin
    Li sînorê Rojava 3 xort hatin kuştin
    Xirîstiyanên Rojava îsal jî Noelê pîroz nakin
    Etîketan:
    kurd, Fabrice Balanche, Recep Tayyip Erdogan, Cerablus, Bab, Minbic, Sûriye, Tirkiye, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de